Nivîskarê Sûrî Hemed Ebûd giha lîsteya kurt ya xelata cîhanî ya toreyê li Elmanya ya ko şeş nivîskar digel wergervanên nivîsên wan dinimîne, ev cara sisyan e di dîroka vê xelatê de ko nivîskarekî Ereb digihê vê yekê piştî nivîskarê Libnanî Ilyas Xûrî û ya Cezayirî Yasemîne Xedra.
Ebûd yê ko li Nemsa dijî ev xelat wergirt li ser pertûka wî ya bi navûnîşana “Mirin Kêka cejna jidayikbûnê çêdike” ya ko wergervana Elmanî Larisya Bender wergerandiye.
Xelat salane li ser çaktirîn deq hatiye wergerandin bo Elmanî tê dan, û lîsteya kurt ji şeş karan ve pêk tê yê nivîskar û wergervan wek hev jê re têne pêşkêş kirin.
Komîta dadweriyê doh duşembê navê her şeş nivîskaran yên ko ketine lîsteyê ragihandiye, ji bil yê Sûrî yên din ev in: Elbêrto Barîra Tîrszka ji Vênziwêla ye, û nivîskara jin Han Kang ji Kûriya başûr e, û her weha nivîskara jin Amanda Lî ji Singafora ye û nivîskar Fîston Mowanza Mocêla ji Kongo û Zîmofît Şitrîşk ji Polonya ye.
Hemed Ebûd ji Dêra Zorê ye sala 1987an hatiye dine, û ji wir wekû penaber koçber bûye sala 2012ê.
bi rêwîtiyeke dûrûdirêj çûye çend dewletan, Misir, Îmarata Erebî, Tirkiyê û dawî xwe gihandiye Nemsayê û nuha li Viyena dijî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans