Rêxistina Pexşîna Navdewletî li derewên Rȗsî derbarê gumanên di rapora rêxistinê de vegerand, ya di encamê de hate gotin ku êrîşên Rȗsî tawanên cengê li Sȗryayê pêk anîne.
Rêvebirê pirogramê rêxistinê li Rojhilata Navîn ȗ Bakurê Efrîqya Fîlîp Loser got: nîşanin berbiçav li gel rêxistinê hene ku hêzên Rȗsî êrîşî kesin sivîl li sȗk, nexweşxane, mizgeft, ȗ malên wan kirine, ȗ ev jî nîşanek e li ser pêkanîna tawanên cengê, ȗ bi hebȗna tekeziyan li ser bikaranîna bumbeyên goşî.
Razgirê Desteya Siyasî Enes El – Ebde dît ku kuştarên dagirkerê Rȗsî ȗ rejîma Esed dijî sivîlan, nemaze kuştarên ku duh li Hemȗriyê li Xȗta Şamê çêbȗne, kelemek mezin e li pêş çi asoyên çareya siyasî, hîlebazî û fortên rejîma Esed ȗ hevalbendên wê der barê pejirandin piransîpa guftugoyê ȗ çareya siasyî diyar dike.
Desteya siyasî ya Hevbendiyê duh ji Encumena Ewlehiyê xwest ku pêrabȗnin piraktîk ȗ yekser bikin ku di riwê firokeyên Esed ȗ Rȗsya ȗ armanckirina sivîlan de rawestin. Rapora rêxistina pexşîna navdewletî tekez kir ku kuştarên êrîşên Rȗsî li Sȗriyayê dighêjin asta tawanên cengê, lewre nabe em maseyên gotubêjkirinê li Cinêvê bo çareya siyasî amade bikin, ȗ li hêleke dî goristanên giştî ji zarok ȗ xelkên me li Sȗryayê ji ber berdana tawankariya rejîma Esed ȗ êrîşên Rȗsî amade dibin, êrîşên ku ta niha ji hêla Netewên Yekbȗyî de nehatine şermezarkirin.
jêder: Hevbendî – Elerebiye