Serokê Komîteya Lêpirsînê ya taybet bi Sûriyê Paulo Sérgio Pinheiro Doh, Roja Sêşemê di rêya gotarekê derbarê Sûriyê li rûniştineke Encûmena Mafên Mirovan li Neteweyên Yekgrtî eşkere kir ku operasyonên rejîmê li Idlibê bûne sedema koçberbûna nîv milyon sivîlî.
Pinheiro lêzêde kir ku hejmareke zêde ya awareyan di rewşeke xerab de dijîn û li çolan radizên, û destnîşan kir ku devera kêmkirina şer li bakurê Sûriyê bûye meydana şer, û jin û zarok jî qurbaniyên vê operasyona leşkerî ne.
Serokê Komîteyê dibêje: Nexweşxane rastî wêraniyeke zêde hatine, û destnîşan kir ku rejîma Esed li Idlibê wêraniyeke mezin di jêrxaneyê de pêk aniye.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporteke xwe de, roja Duşemê, amaje bi wê yekê kir ku hêzên hevpeymaniya rejîm û Rûsiyê ji destpêka helmeta leşkerî ve, ku di 26 nîsana 2019an destpê kir, bimebest hejmareke zêde ya avahiyan topbaran û wêran kir, û bi taybet avahiyên sivîl li devera kêmkirina şer li bakurê Sûriyê.
Toreyê tekez kir ku prosêsa wêrankirinê ji aliyê hevpeymaniya rejîmê û Rûsiya di rêya bombebarana asîmanî ya himbiz ne bêserûber bûye, lê ew prosêseke plankirî bû, û armanca wê wêrankirina hejmareke zêde ya avahiyên sivîl e, bi armanca çavtirsandîkirina xelkên wan deveran.
Hêzên rejîma Esed û bi piştevaniyeke Rûsî ya rasterast helmeteke leşkerî ya tûnd di mehên dawî de li ser deverên kêmkirina şer li parêzgeha Idlibê destpê kir , berya ragehandina agirbestê di 30ê meha derbasbûyî de, ku rejîmê çendên caran ew agirbest binpê kir, û di encam de bi dehan welatî şehîd û birîndar ketin.
Jêder: Ragehandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê