Dewletên Erebî û yên rojavayî û Netewên Yekbûyî tawankariya doh li Xan Şêxûn li gundewarê Idlibê çêbû, û têde rêjîma Esed çekên kîmawî li dijî sivîlan bikar anîn û di encamê de 100 şehîd ketin û 400 kes birîndar bûne û piraniya wan zarok û jin in pirotesto kirin.
Wezîrê derve yê Emerîkî Rîks Tîlrison, berpirsiyariya sincîtî ya qurbaniyên êrîşa kîmawî ya li Idlibê çêbû da ser milê Rûsya û Îranê. Û wezîrê derve yê Emerîkî got ko Beşar Elesed bi hovîtiyek bêhempa kar dike.
Wezîrê derve yê Ferensa Can Mark Êrlot daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ko rûniştineke awarte lidar bixe ji bo êrîşa Idlibê gotûbêj bike, Êrlot got”bikaranîna çekên kîmawî binpêkirineke nayê pejirandin ji peymana qedexekirina çekên kîmawî re, û nîşaneke nû ye li ser hovîtiya ko li ser serê miletê Sûrî bisalan e tête meşandin.”
Wezîra derve ya Yekîtiya Ewropî Fîrîdrîka Mogîrînî berpirsiyariya sereke ya vê êrîşê da ser milê rêjîmê, her weha serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan dibîne ko êrîşa kîmawî “dijî mirovahiyê ye”, hişyarî da li ser ku heye ev kiryar hemû bizavên derbarê gotûbêjên Astane têk dibe.
Şanderê Netewên Yekbûyî Stîvan Dî Mistora tekez kir ko Encûmena Ewlekariya navdewletî dê bicive ji bo berpirsiyarên êrîşê siza bibin.
Dî Mistora di kongirekî navdewletî de bo Sûriyê li Biroksilê got: “tiştekî sosret bû, em daxwaz dikin ko berpirsiyarî diyar bibe, û sizakirin pêk bê, û ez bawer im ko dê civîneke Encûmena Ewlekariyê bo vê mijarê lidar bikeve. ”
Di heman pêvajoyê de Emerîka û Birîtanya û Ferensa doh sêşembê pirojeyek li Encûmena Ewlekariyê ji bo pirotestkirina êrîşa kîmawî pêşkêş kirine.
Pirojeyê biryarê ji Esed dixwaze ko plana firokan û yê roja sêşembê hatiye nivîsandin ji komîta vekolîna navdewletî re pêşkêş bike. Hem navê hemû serpereştên refên firokên hilîkopter xwestiye û rê bide ko derbasî bingehên Asmanî bibin yên ko vekolîner guman dikin ku ew ji bo êrîşên bi çekên kîmawî hatine bikaranîn.
Pirojeyê biryarê ji emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Entonyo Gotîrîş daxwaz kir ko raportekê mehane li ser eger Esed dê bi komîta navdewletî ya vekolînên bikaranîna çekên kîmawî li Sûriya alîkariyê bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans