Piştgirî li ser astekî navdewletî yê berfereh ji êrîşa li şeveqa îro roja şembiyê re ya li ser çend wargehên leşkerî yên rijêma Esed û milîsên terorîstên Îranê li Sûriyê hate kirin, û êrîş bi “besivdaneke erênî li ser tawanên Rijêmê yên li dijî sivîlan” hat pesendkirin.
Êrîşa leşkerî ya ji aliyê Amerîka û Birêtaniya û Fransa li şeveqa îro hatibû pêkanîn, ji aliyê Yekîtiya Ewropî û NATO û Tirkiya û Keneda û Istraliya û Si’ûdî û Qeterê bi erênî pêşwazî lê hate kirin, û bi “bersiveke di cihê xwe de” hat pesind kirin.
Ji aliyê xwe ve, wezareta derve ya Tirkiyê daxuyaniyek da û têde destxweşî li êrîşa leşkerî kir û got ku wê êrîşê “hest û wijdanê mirovatiyê bi tevahî li hember êrîşa kêmyayî ya bajarê Dûma wergerand”, ku rijêma Esed bi cêbicêkirina wê bi xurtî hatiye tohmetbarkirin.
Û daxuyaniyê, êrîşên bi tewşî yên bi çekên qedexekirî û kêmyayî li dijî sivîlan bi tawaneke dijemirov dîtiye.
Ku êrîş hatiye encamdan li ser çend baregehên Rijêmê yên li nîva Şamê û derdora wê, û li navrest û başûrê welat, û ajansa “Anadol” gotiye ku firokxaneya leşkerî “Dumêr” ya li bakur-rojhilatê Şamê, û navenda lêkolînên zanistî li “Berz”ê û navenda lêkolînên zanistî li “Cimraya” û tevlî firokxaneya “Mez”ê û bingeha leşkerî 41 ya hêzên taybet li Şamê hatine bordumankirin.
Herwiha ajansa Anadol gotiye ku çend serbazgehên Rijêmê li çiyayê Qasiyonê û derdora firokxaneya Şamê ya navdewletî û serbazgehên li navçeya “Elrihêbiyê” û “Kiswê” li gundewarê Şamê hatin armanckirin.
Herwiha ligor heman ajansê ku ambargeheke leşkerî li navçeya “Dinha” li rojavayê Himusê û firokxaneya Hemayê ya leşkerî û çend baregehên milîsên Îranê li “Izri’h” li bakurê Der’a hatin bordumankirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî