Serokê Rûsya Viladîmêr Potîn doh ferman da Serpereştiya Rêjîma Esed “giring e rijandina xwînê li welat birawestîne”beraber jî îro Wezareta berevaniya Rûsî ragihand ko Barîca Cengî ya dijberî Gemya jêrderyayî “Emîral Kokalov” ya bi ser Istûlê derya bakur ve, karûbarê xwe yê rahênana şerî di ava deryaya Spî de bidawî anî û derbasî bendera Tertûsê bû li gora acansa nûçeyan ya Rêjîmê ragihand.
Herweha Nivîsgeha Ragihandinê ya Erkanê Istûlê bakur di daxuyaniyekê de got: “derbasbûna gemya Rûsî Sûriyê wê hefteyekê dirêj bike, wê taximê Gemyê çêkirinan bikin û rajeya çekan û alavine teknîkî yên din bikin û hem wê Gemya bi heyberên yedek zêde bikin.”
Hêjayî gotinê ye Hadî Elbehra serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî got: “Eger Rûsya jidil dixwaze çareyekê ji kêşeya Sûriyê re bibîne wê nema çek û diravan bide rêjîma Esed, eger em evê piştgiriyê giringtirîn sedem e ko kuştin li Sûriyê berdewam be. Û bi cûreyekî rûbirû bi aliyê çareseriyeke siyasî ve jî nade, gava ko piştgiriya leşkerî ya mezin dide rêjîmê.
Ew jî tu caran nayê pîvan bi piştgiriya hêzên Şoreşê bi ya ji hevalên Sûriyê werdigirin, ev dide xuya kirin ko dixwaze çareyekê li ser milet ferz bike, û bizavê nake ko navgînekî bêalî be da maf bide evî miletî da bi xwe rêka xwe bibijêre, û çarenivîsa welatê xwe binexişîne.
Jêder: Hevbendî