Emerîka Projeyê biryarekê ji bo gunehbarkirina bikaranîna Rêjîma Esed ji Xaza Kilor re li Sûriyê, ji şirîkên xwe yên Encûmena Asayişa Navdewletî re pêşkêş kir, û gefa sizakirina yên ko bikar anîne li jêr Benda heftan dide.
Diblomasiyan gotin, her 15 Endamên Encûmenê li ser asta pisporan, dê evê deqa pirojeyê gengeşe bikin, ya ko Waşinton bi hêvî ye ko ji roja Înê ve pesend bibe.
Ev pirojeyê Biryarê Benda Heftan ji peymana Netewên Yekbûyî tê de heye. Ya ko derfertê dide Encûmena Asayişê bi karên vebir rabe li dijî ew yên ko pabendiyê bi biryarên Encûmena Asayişê nakin, dibe bigihê bikaranîna Hêza Leşkerî jî da biryarên xwe feriz bike.
Deqa pirojeyê dibêje ko Encûmena Asayişê “Bi tundî bikaranîna çi berhemê kîmawî yê jehirkirî wek xaza kilor wekû çek li Sûriyê pirotesto dike, di heman çaxî de jî dide xuyakirin gerek yên bikar anîne bêne siza kirin.”
Berê jî Hevbendiya Niştimanî doz li Rêkxistina qedexekirina Çekên Kîmawî kiribû ko dosya Kîmawî ji Dadgeha Tawankariyên Navdewletî re hilde. Digel belgeyên ko Hevbendiyê pêşkêş kirine, yên ko “Rêjîma Esed bi belgehên bêguman gunehbar dikin, û sizakirina perpirsên wan tewankariyan. ” herwiha Hevbendiyê doz li Rêkxistinê kir ko “xaza kilor jî têkeve lîsta heyberên kîmawî yên ko gerek Rêjîma Esed ewan radest bike, çimkî Esed delîve di vê mijarê de dît, û xaza kilora jehirîn li çend Herêmên Sûriyê û bi taybetî li dijî Sivîlan bikar anî”
Hevbendiyê tekez kir”Piştî Rêjîma Esed ragihand ko hemû çekên kîmawî radest kirine, Firokên wî yên cengê êrîş bi xazên kîmawî dane ser 35 deveran ji Sûriyê, wek miqerisiyrkê eşkere bi tevahiya Civaka Navdewletî û yasayên wê re. ”
Jêder: Hevbendî