Rêkxistina “Hiyûmen Raytis” doh Çarşembê tekez kir ko Rêjîm hêjî di bombebarana Taxa Elwe’ir ya Humsê berdewam e. Taxa Elwe’ir ya ji aliyê hêzên Rêjîmê dorpêçkirî ye, ew Taxa bi tenê ya di destê Şoreşgeran de maye. Da xuyakirin ko Rêjîmê û Çeteyên hevkarên xwe Çekên keneşop ji nav wan jî Bermîlên Teqîner û Kwîzên Xazê yên ko pir bandora kambax li Sivîlan kirin bikar anîne.
Rêkxistinê destnîşan kir ji gava ko danûstandin bi Şoreşgeran re têk çûn destpêka Çêriya Pêşî 2014an, û Çêriya Pêşî ya 2013an, rêjîmê bombebarana xwe li ser Herêmê xurtir kiriye. Rêjîmê karîna derketina ji taxê bend û asê kiriye, û alîkariyên mirovî jî ji ser qut kirine, xelkên Taxê ji 70 heta 100 hezar Sivîlan hene. Êrîşa dawî ya ko Hêzên Rêjîmê di 16 Çilê paşî 2014an de biriye ser Taxê 36 kes Şehîd ketin ji nav wan bi kêmanî 33 Sivîl hebûn.
Cîgirê Birêveberê cîbicîkirinê yê beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Nedîm Horî got: “Di heman çaxa ko guhdan bi Humsê nabe, bi dehên hezaran Sivîl li taxa Elwe’ir zehmetkêşiyan dibînin,” bêtir got: “nabe ko derfetê bidin Esed da tektîkên dorpêçkirinê yên nerewa bikar bîne, ew ya ko Niştecihên Sivîl qelenê wê buha didin.”
“Hiyûmen Rayits Wotş” doza xwe ji Encûmena Asayişa Navdewletî re dubare kir da bêtir dijî Esed rêşûnan bike, çimkî Rêjîma Esed bi Biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2139 di 22Sibata 2014an nekir, ya dozê jê dike ko Êrîşên xwe yên li ser Sivîlan û bendên neyasayî yên alîkariyên mirovî ji ser wan qut kirin birawestîne.
Herwiha Rêkxistinê dubare doz kir ko dosya Sûriyê bidin Dadgeha Tawankariya Navdewletî, yê ko zêdegaviyên rêbazkirî dermafê mirovan dike. Herwiha Hevbendiya Niştimanî Doz li Encûmena Asayişa Navdewletî kir” da biryarekê di bin benda heftan de ko li ser Esed ferz bike çareyeke dadwer pêk bîne û karekî lezgîn bike da sivîlan li gora yasaya navdewletî biparêze.”
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit tekez kir ko Rêjîma Esed ev çar sal in berdewam e hemû lihevkirin û peymanên ko bi Şoreşgeran re danîne li Herêmên corbicor têk dibe. Û ya dawî ku li Taxa Elwe’ir têk bir.
Elmislit di daxuyaniyeke berê de jî dabû xuyakirin”helmetên leşkerî yên peyapey, Rêjîma Esed aşkere dikin, ko Esed ne mumkine Beşek ji çi çareseriya siyasî be.”
Jêder: Hevbendî