Karvedanên navnetewî zêde dibin ji bo şermezarkirina komkujiya “hovane” ya ji aliyê balafirên rejîma Esad û Rûsan ve li roja duşemê, li ser bajarê “Mi’ret al-Ni’hman” li deşta Idlibê, ku nêzîkî 40 kesî şehîd ketin û bi dehan bi birînên cuda birîndar bûne.
Washington, êrîşên asmanî li ser bajarokê Miret al-Ni’hman li deşta Idlibê şermezar kirin, û got ku ev weke binpêkirinekê ji yasa navnetewî re tê dîtin, û Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka, rejîma Esed û Rûsya bi armanckirina bi qest ji binesazîya sivîl re û bi binpêkirina yasa navnetewî tometbar kirin.
Wezîra Derve yê Amerîka, Mike Pompeo, êrîşên asmanî yên berdewam ji aliyê hêzên Esed û Rûsan şermezar kirin, û tekez kir ku ev êrîş “jêrxana bingehîn wêran dike, û welatiyên sivîl dikuje” û bang ji bo agirbesteke lezgîn û destpêkirina pêvajoya siyasî û bidawîkirina vê trajediya mirovî kir, li gor wî got.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkî, “Morgan Oortagos”, di daxuyaniyekê de got ku Amerîka bi tundî êrîşên li ser sivîlan li Idlibê şermezar dike, û bang li Rûsya û rejîma Esad kir ji bo rawestandina van êrîşên ku dibin sedema alozbûna krîza mirovî.
Daxuyaniya Wezareta derve bal kişand ku Rûsya û rejîma Esed ji sê mehan de berdewam in di tengasîkirina aramiya herêmê, ku bûne sedema derbiderbûna bêtir ji 330.000 welatiyên sivîl, û diyar kir ku ev êrîşên asmanî yên pir, rijdbûna Esed û hevalbendên wê li ser çareserkirina bi yekalîkirina leşkerî dupat dike.
Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Ferhan Haq, di preskonferansekî de duh sêşemê, li New York, got ku êrîşên pêr duşemê li ser Idlibê, hêrîşa herî xwîndar bû li ser deverên sivîlan di hersê mehên borî de, û daxwaza bidawîkirina êrîşên li dijî sivîlan û binesaziya medenî kir.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mewlud Çawîş Oglu, got ku berpirsiyariya rawestandina êrîşên rejîmê li ser Idlibê dikeve li ser milê Rûsyayê, û ajansa “Anatoliya” ya Turk got ku Wezîrê Tirkiyê, doseya Sûriyê û pêşhatên li bajarê Idlibê bi hevkoyefê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re gotûbêj kir.
Serokê Desteya danûstandinan, Nesr al-Herîrî, di preskonferansekî de li Riyad, paytexta Erebistana Siudî, li roja duşemê, daxwaza avakirina hevpeymanekê ji bo parastina welatiyên sivîl li Sûriyê ji derveyî çarçoveya Konseya Ewlekariyê ji Civaka Navdewletî kiribû, û bal kişandibû ku “parastina xelkê li Sûriyê bi daxuyaniyan nabe”.
Pêr roja duşemê, komkujiyeke hovane ji aliyê balafirên Rûsiya li dijî bajarê Miret al-Ni’hman li Idlibê hat pêkanîn, û têde 35 welatiyên sivîl şehîd ketin, û bi dehan bi birînên cuda birîndar bûn, û ev komkujî weke dumahîk xelek hat di zincîra komkujiyên li hemberî welatiyên sivîl li deverên kêmkirina zêdegaviyan li Hema û Idlibê, ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsyayê her ji 26’ê nîsana borî ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî / Wekalat