Birêveberê giştî yê rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî Ehmed Ozomco, ragihand ko pisporin ji rêkxistinê vekolînê dikin di raportên derbarê çekên kîmawî ko ji sala par ve 45 caran li Sûriyê bikar hatine.
Ozomco di kongirekî rojnamevanî de doh înê got : “lîsteyek dirêj ji doznameyan heye” derbarê bikaranîna çekên kîmawî ko ji beşê operasiyonan yê rêkxistina me re hatine pêşkêşkirin”.
Êrîşa bi gaza sarîn di 4 nîsanê de li ser Xan Şêxûn di wê lîsteyê de ye. Ozomco anî ziman ko tîmek ji pisporan amade ye ji bo ber bi cihê êrîşê ve biçe.
Frensa ji berê de hebûna êrîşên bi çekên kîmawî li Xan Şêxûn bi nîşanan tekez kiribû, berî ko rojnameya “Niyûyork tayimz” nîşan û pêzanînan li ser berpirsiyariya rêjîmê li gora wêneyên satelaytan ko bi demê û cih û çekên kîmawî ve girêdayî ne diyar bike.
Ji aliyê xwe ve balyoza Emerîkî ya li Netewên Yekbûyî Nîkî Hayilî roja pêncşembê agahî da Encûmena Ewlekariyê ko giringiyê bidine wê yekê ku hemû fişarê bidine ser Rûsya û hevalbendên rêjîma Esed, û ji Encûmena Ewlekariyê daxwaz kir ko tevbigere, tev ko dibe Rûsya mafê Vîtoyê bikar bîne.
Hayilî di civîna Encûmena Ewlekariyê de berdewam kir ji bo gihaştina alîkariyan bo Sûriyê û got: “em ê berdewam ji Encûmena Ewlekariyê bixwazin ko tevbigere û tiştekî bike, eger Rûsya Vîto bikar bîne jî, divê dengê me bête guhdarîkirin ”.
Hayilî destnîşan kir ko “Rûsya di parastina rêjîmê de berdewam e, û Rûsya hêj piştgiriya wê dike di nehêlana gihaştina alîkariyên mirovî ji xelkên ko pêdiviya wan bi alîkariyan heye, û Rûsya serokekî ku çekên kîmawî li dijî miletê xwe bikartîne diparêze”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans