Toreya mafnasiyê diyar kir ko rêjîma Esed berpirsiyar e di ber kuştina sê kadirên bijîşkî yên mirovî li Sûriyê di meha tîrmehê de.
Toreya Sûrî ya mafê mirovan raportek derxist têde bûyerên zêdegaviyan li ser navendên zindîdar li bajêr yên heyva tîrmehê belgeh kirine, ya ko heft bûyerên zêdegaviyê li ser bargehên zindîdar li Sûriyê dinimîne.
Toreyê di raporta xwe de got ko hêzên rêjîma Esed di ber kuştina sê kadirên bijîşkî û mirovî de berpirsiyar in, li gel kuştiyekî din ku Partiya Yekîtiya Dîmuqrat di ber de berpirsiyar e, û toreyê destnîşan kir ko du bijîşk û du endamên bergiriya sivîl di nav kuştiyan de hene.
Toreyê di raporta xwe de tekez kir ko bombebarana bêserûber ya giştî” binpêkirin e ji yasaya navdewletî ya mirovî re, û dikeve astsa tawankariya cengê” hemjî got ku “giring e qedexekirina çekdarkirinê ya giştî li ser rêjîmê bê sepandin, û piştgiriya aliyên leşkerî yên ko bi yasaya navdewletî nepabend in bê rawestandin.”
Raporta toreyê anî ziman ko meha tîrmehê “kêmbûnek diyar” di rêjeya binpêkirinan derheqê kadirên bijîşkî û bergiriya sivîl û navendên zindîdar de, ji du mehan de dema Rêkeftina Sivikirina Şer ketiye warê cîbicîkirinê ji gulana borî de.
Toreya Sûriyê ya mafê mirovan di dawiya raporta xwe de daxwaz li encûmena ewlekariyê kir ko rêjîma Esed bi biryara 2139 pabend bike, û amanckirina navendên zindîdar yên ko ji sivîlan re giringin pirotesto bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî