Rêxistineke mafê mirov belgeyên nû aşkere kirin derbarê zîncîra tawanên şer yên tên bikaranîn li dijî girtiyan ji aliyê rijêma Esed di girtîgehan de.
Rêxistina parêzer û pizîşkan ya mafê mirov (L D H R) got ku tawanên corbecor li dijî jinan di grtîgehên rijêma Esed de têne pêkanîn, ji destdirêjiya siksî û derûnî û lêdan û eşkencedana hovane.
Rêxistinê raporek bi navê “Dengên ji Tariyê” belav kir û têde dît ku tawanên di girtîgehan de li dijî jinê dibin, digehêjin asta tawanên dijemirovatiyê, û raporê xuya kir ku sercem jinên bi xwe ve digire, di hindur girtîgeh û navendên girtinê yên Rijêmê de, tûşî beşek ji tundutîjiya pêrewkirî hatine.
Rapor xalên hevbeş yên riftara dijwar yên hatîn pêkanîn li dijî sercem jinan di dema lêpirsîna ligel wan di girtîgehên Esed de, ji bo standina gotin û mukurhatinên wan yan ji bo neçarkirina wan li ser dana agehdariyan li ser kesukarên wan yên daxwazkirî ji aliyê Rijêmê diyar dike.
Rapor gelek şêweyên êş û azarên jinan bi awayekî giştî diyar dike, ku di girtîgehan de ew tûşî azardanek bêhampa bûne heta radeyekê ku jinekê dest ji zarokên xwe berda hember rawestandina eşkencedanê, hevdem ku sê jinên din di girtîgehan de hewlda xwekuştinê kiribûn.
Rêxistinê di rasparên rapora xwe de cext kiriye li ser giringiya serbestberdana sercem girtiyên siyasî bi awayekî bilez û bêmerc, û herwiha bilez û bêmerc rê bête dan bo derbasbûna çavdêran û pizîşkên serbixwe û rawestandina sercem şêwazên tundutîjiya siksî û destdirijiyan li ser girtiyan, û Rijêm rabe bi belavkirina sercem pêzanînan yên di destê wê li ser girtiyan û tevî girtiyên mirî yên her ji sala 2011 an ve.
Rêxistinê di rapora xwe de daxwaza standina hemû pêgavên pêwîst ji civaka navdewletî kiriye ji bo misogerkirina serbestberdana sercem girtiyên siyasî li Sûriyê, û balkişandiye li ser giringiya wê yekê ku nabe danustandin li ser fayilê girtiyan bibe wek bendekî danustandinê.
Rêxistina nefermî ya kar dike ji bo gerantîkirina dadweriyê bo qurbaniyên tawankariyên şer li Sûriyê, daxwaza encamdana lêpirsîn û dûvçûnên dadwerî kir li dijî berpirsyarên pilebilind yên girtina neyasayî û neheq û berpirsyarên destdirêjiya siksî ya ku ligor dîtina rêxistinê dîmenek sereke ye ji reftarên rijêma Esed li dijî girtiyan di girtîgehan de.
Hêjayê gotinê ye ku rêxistina lêborîna navdewletî di raporekê de li sala 2011 an gihiştibû wê yekê ku belge û dîkomîntên piştrast hene li ser şêwazê lêdana hovane yên bûne sedema mirina girtiyan di girtîgehên rijêma Esed de ya rabûye bi pêkanîna tawanên dijemirovatiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî