Rêxistineke brîtanî, bang li siyasetmedarên welatê xwe kir ji bo parastina parêzgeha Idlibê ji êrîşa hêzên Esed û Rûsyayê, û kampanyek ragihand bi helkefta sêyemîn salvegera bûyera kuştina parlementara Brîtanî Joe Cox, ya bi derbên kêran hatibû kuştin ji ber guhdana wê bi dozên penaberan û krîza mirovî li Sûriyê.
Rêxistina “Help Refugees” ya “Alîkariya Penaberan Bikin”, li ser mapera xwe li roja yekşemê bang ji bo beşdarbûna gelê brîtanî di kampanyekê de ji bo daxwazakirina ji siyasetmedarên wî welatî da bala xwe bidin xema herî girîng ya ku parlemantara Brîtaniya dikişand, ya ku yek ji xemxwerên alîkariya xelkê Sûriyê bû berî bihête kuştin, bi bîranîna gotina wê ya herî navdar “Em bêhtir yekgirtî ne, û di navbera me de salixên hevbeş hene, bêhtir ji tiştên me ji hev cuda dikin”.
Rêxistinê bala cîhanê kişand li ser tawanên dibin ji aliyê hêzên Rûsya li kêleka hêzên rejîmê li Sûriyê, bi rêya diyarkirina projektorekê li ser dîwarê balyozxaneya Rûsyayê li Londonê û têde hatibû: “Dinya tawanên şer yên Rûsya dibîne”, û li nexweşxaneya “St. Thomas”, û rêxistinê gotibû “Putin, Ev ne armanc e”, herwiha bi berçavkirina çend projektorên din , têde diyar kiribû ku 29 nexweşxane li Idlibê li şeş heftiyên borî hatine topbarankirin.
“Kim Ledbetter”, xwîşka Joe Cox, nameyek vekirî bi rêxistinê da raya giştî, û têde hatibû: “Ji pirsgirêkên herî girîng yên bala Joe Cox dikişand li ser rewşa mirovî ya li Sûriyê, û mixabin, piştî sê salan ji mirina wê, hêjî trajediya sivîlan berdewam e,” û Kim daxwaz alîkariya xelkê Idlibê ji siyasetmedarên brîtanî kir, hevdem ku name hatibû bi îmzekirina parlemantara MP Alison McGovern û parlemantar Rep. Tom Tuqindat.
Di nameyê de hatibû ku hêjî milyonek zarok li parêzgeha Idlibê dijîn û niha rastî êrîşên balafirên Rûsya û rejîmê bi bermîlên teqîner dibin, û di şeş heftiyên dawîn de, zêdetir ji 350 kesên sivîl, di nav wan de 75 zarok hatine kuştin, û tevlî birîndarbûna bi hezaran kesên din jî, û koçberbûna zêdetir ji 400 hezar kesî bo çar û pênc û şeş caran ji cih û warên xwe, bêyî ku ti cihek ji bo wan hebe.
Di nameyê de nivîseke Cox ya ji sê salan ve hatibû nivîsandin hebû, ku derbarê dorpêçkirina bajarê Helebê ji aliyê hêzên rejîmê de bû, ku wê demê gotibû: “Ne tiştek mirovî ye ku hêvî ji hikûmeta Sûriyê bêne xwestin bi rawestandina bikaranîna bermîlên teqîner, di dema ku em karin wê yekê rawestîn in”, û da zanîn ku îro bi milyonan li Idlibê hene di tirsa bermîlên teqîner de dijîn, û daxwaz ji namzetên posta serok wezîrê Brîtanyayê kir ji bo zarokên di bin bombeyan de û dorpêçkirina li Idlibê rizgar bikin.
Tê zanîn, ku parlemantara Brîtaniya Joe Cox, ya di 2016 ji aliyê yek ji Naziyên Nû yê bi navê Karin Mayer hatibû kuştin, ku Joe Cox bi helwestên xwe yên însanî û piştgiriya doza gelê Sûriyê û şermezarkirina komkujiyên ji aliyê rejîmê li dijî sivîlan û rexnegirtina siyaseta welatê xwe ya sist li hember destwerdana bidawîkirina trajediya gelê Sûriyê hatibû naskirin, herwiha ji aliyê Malbata Cox, sindoqek ji bo komkirina alîkariyên mirovî ji bo sê komele û rêxistinan hatine damezrandin, û di nav wan de rêxistina Parastina Sivîl ya Sûrî, û komkirina derdora 2 milyon £.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî / Enab Baladi