Rêkxistina “Human Rights Watch”, duh înê, daxwaza ferizkirina sizadanê li ser rêjîma Esed kir, piştî derketina raporta Netewên Yekgirtî ya berpirsiyariya êrîşên kîmawî yên li ser bajarê Xan Şêxûn kirin hustê wê de.
Rights Watch, di daxuyaniyeke xwe de daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ko ‘’ ji bo dabînkirina sizadanê bi lez tevbigere, û sizayan li ser kes û firakisyonên berpirsiyar di ber êrîşên kîmawî li Sûriyê de feriz bike. ‘’
Cîgirê birêveberê rewşên awarte yê rêkxistinê Olî Solfag, tekez kir ko encamên vekolîna ko pêncşembê komîta vekolînê derbarê bikaranîna kîmawî ya bi ser Netewên Yekgirtî ve ragihand, nerastiyên ko rêjîma Beşar belav dikirin pûç derxistin.
Solfag got ko “bikaranîna Sûriyê ya gelekcaran ji çekên kîmawî re, metirsiyek rasteqîn e li ser qedexekirina navdewletî ji wan çekan re”, û her weha got: “ji berjewendiya hemû dewletan e namakê bişînin û têde bêjin ku ev sosret nema têne pejirandin ‘’.
Borîs Conson wezîrê derve yê Birîtanî, Rûsya bi hewildana nixumandina bikaranîna rêjîma Beşar ji gaza sarîn re tawanbar kir, û Conson got ku awayê Mosko lihevkirina navdewletî ya qedexekirina çekên kîmawî têk dibe.
Balyozê Birîtanya Matyo Rêkroft li pêşberî rojnamevanan got:”em çawaniya berdewankirina kar li gora raporta komîta vekolînê bi hevalên xwe yên Encûmena Ewlekariyê re vekolîn dikin, û divê em biryarekê li jêr benda heftan li gora me di biryara 2118 de ya bi erêkirina Rûsya bû sala 2013 ku piştî êrîşa li ser Xûta derket, lihev kiriye.
Raporta ko alava vekolîna hevbeş ya ko Netewên Yekgirtî û rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî amade kiriye, berpirsiyariya êrîşa kîmawî li ser Xan Şêxûn ya ko di nîsana borî de jiyana bi dehan kes bi dawî kir, kiriye hustê rêjîma Esed.
Nûnera Emerîka ya li Netewên Yekgirtî, Nîkî Hêlî, di daxuyaniyekê de got: ‘’em careke din tekeziyeke serbixwe dikin li ser bikaranîna Beşar Elesed ji çekên kîmawî re di cenga xwe ya li dijî miletê Sûrî de. ‘’
Di raporta komîtê de hatiye ko ew bawer in ji berpirsiyariya rêjîmê di ber bikaranîna gaza sarîn di 4 nîsana borî de li Xan Şêxûn a bakurê rojavayê Sûriyê, ya ko 87 kuştî li pey xwe hiştin, li gora raporta rêkxistina mafê mirovan.
Berê jî mîkanîzma karê hevbeş ya komîta vekolînê, gihabû encama ko hêzên Beşar berpirsên sê êrîşên bi gaza kilorê ne di salên 2014 û 2015an de, û destnîşan kir ko ” berdewamî di bikaranîna çekên kîmawî de, tevlî yên bi destên aliyên ne ji desthilatê jî, nîgeraniyeke xurt peyda dike.”
Encûmena ewlekariya navdewletî, şêweyê vekolîna hevbeş bi tevayiya dengan sala 2015 afirandibû, û sala 2016an karsipartina wê nû kiribû. û Rûsya mafê redkirinê Vîto roja sêşembê li dijî pêşinyara dirêjkirina karê wê komîtê bikar anîbû. û wek ko tê zanîn di nîveka çêriya paşî ya bê de wê karsipartina wê bidawî dibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Acans