Rêxistina “Humen Rights Watch” di raporeke xwe de roja yekşemê diyar kir ku hêzên rêjîma Sûrî heyfê ji welatiyên Idlibê yên ku di malên xwe de mane li deverên ketine bin kontirola wê de hiltînin.
Heman rêxistinê bal kişan ku li gor wêneyên ji parêzgeha Idlibê û ya Helbê ketine destê wê de, heye ku hêzên rêjîma Sûrî hin weltî gulbaran kiribin û sivkatî bi termên wan kiribin .
Rights Watch di heman raporê de tekez kir ku di wan wêneyan de leşkerê hêza taybet (Firqa 25) ku Suhêl Elhesen ( Elnimir) fermandarê wê ye, û ji hêla Rûsiya ve tê serperştîkirin, li ser termê zilamkî disekinin û wî termî binpê dikin, û diyar e ku ew kuştine piştî kontirolkirina wan ji bajarê Mieret Elnuman re.
Cîgirê beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Ifrîqiya di rêxistinê de, Maykil Beyc, got ku hêzên rêjîmê bi şêweyekî hovane deverên sivîlan topbaran kirine, da wan neçar bike ku ji deverên xwe derkevin û penaber bibin, û kesên ku li cihê xwe mane; rêjîm astengiyan ji wan re peyda dike, da dev ji mal û melkên xwe berdin.
Beyc berdeam kir û got ku rêjîmê bipêkirin di derheqê sivîlan de pêkanîne bê ku siza bibe, û got ku “ divê ew leşker hişyar bibin ku çi kesê binpêkirinan pêkbîne ewê ji dadgehan re bê radestkirin weke ezmûnên dîrokî dibêjin”.
Ev ne cara yekemîn e ku rêxistina Humen Rights Watch binpêkirinên rêjîma Esed û artêşa Rûsî tomar û belge dike, bi taybet wêrankirina jêrxana deverê û bikaranîna çekên Inqûdî û yên şewitandinê li dijî sivîlan.
Di dawiya raporê de, rêxistina Humen Rights Watch doz li rêjîma Esed û artêşa Rûsî kir ku dawiyê li van binpêkirinan bînin û wan rawestînin û rayedarên leşkerî û yên ewlekarî siza bibin, da ku wan binpêkirinên ku leşkerê wan pê radibin bi dawî bibin.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî