Hêzên Rûsya piştgiriya xwe ya bêsînor ji rêjîma Esed re di şerê wê yê li dijî miletê Sûrî bihêztir kir, ko nûjentirîn çekên rûsî dide rêjîmê tako li ser sivîlên herêmên rizgarkirî ezmûne bike.
Birêveberê giştî yê fabrîkeya Rîgon Îgor Klîlov got ku Rûsya êdî bombeyên nûjen yên ko li fabrîkeya berhemdana cengî ya Rûsî ya bi navê Rîgon naskirî ye hatine çêkirin dide hêzên xwe yên asîmanî, bal kişand ser ko hêzên Rûsî bombeyeke nû li Sûriyê bo bombebarana sivîlan li herêmên derveyî kontrola rêjîma Esed bikar anîye.
Birêveberê giştî yê fabrîkeyê ji rojnamevanan re got ko wan du bombeyên nû yên 500 kg û 1500 kg çêkirine, destnîşan kir ko bombeyên nû bi televizyonê an bi leyzer an bi sistema Gilonas têne birêvebirin, ji bo destnîşankirina amancan bi rêya heyvên çêkirî, û hemû ezmûne bi serkeftin derbas kirin û nuha ji hêzên Rûsî re têne şandin.
Rojnameya Rosîska Gazêta aşkere kir ko bombeyên Kap 500 û kap 1500 di cenga Esed de ya dijî miletê Sûrî bikar hatine, û bal kişand ser ko ev bombe ji bo wêrankirina bargehên jêrzemîn bikar hatine.
Li gora pisporên leşkerî bombeya 1500 dikare 3 mitran ji çementoya hesindar an 20 mitir ji axê derbas bike, li toreya medyayê jî kurtevîdyok li ser avêtina bombeya kap 1500 ji firoka so 34 li asmanê Sûriyê hate belavkirin.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe de anî ziman ko Rûsya di van çend salên hindik de ji 30 eylûla 2015ê ji têwerdana wê ya fermî de dora 6187 sivîlî kuştine ji nav wan 1771 zarok û 670 jin û 939 bûyerên zêdegavî li ser navendên zindîdar ji nav wan 167 bargehên bijîşkî û 140 mizgeft û 55 bazar belgeh kirine.
Toreyê tekez kir ko hêzên Rûsya nekêmî 223 êrîş bi çekên goşeyî û 122 êrîşên bi çekên sotandinê pêk anîne, û piştgiriya hêzên rêjîmê di 3 êrîşên kîmawî de kirine.
Tête destnîşankirin ko Rûsya di çend salên bûrî de xaka Sûriyê kiriye meydana ezmûnekirina çekên xwe ko pê laşên zarok û jinan têk birine û bi hezaran şehîd û birîndar xistine bi mûşekên xwe yên kujer yên corbicor.
Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî