Yakîtiya Oropî bumbebarankirina rêjîma Esed ji kampa kemûnê re ya derbederên gundewarê Idlibê şermezar kir, û ev bûyer dît ku “binpêkirineke metirsîdar e ji yasaya mirovî ya navdeletî re”.
Û Yekîtiya Oropî di daxuyaniyeke hevbeş de, ku doh înê ji Bilindtirîn Nûnerê Karûbarê Derekî Û Siyaseta Ewlekarî Di Yekîtiya Oropî de “Fîdîrîka Moxorînî” û karsparteyê Oropî yê Alîkariyên Mirovî Û Birêvebirina Tengaviyan “Kiristos Stalyandis”, salixa vê bumbebaranê da û got, ku ew karekî “nayê pejirandin”.
Û daxuyaniyê got: dem hatiye ku civaka Navdewletî bi şêweyekî hevbeş tevbigere ji bo berdewamkirina danûstandinan, û weha jî got:”êrîşên wek vê êrîşê tekez dikin ku pêdiviyek lezgîn bi danûstandinên cedî ji bo bidawîkirina cengê heye”, ew cenga ku rêjîma Esed ji berî 5 salan ve li dijî Sûriyan dike.
Û daxuyaniyê daxwaza parastina sivîlan û armancnekirina jêrxaneya sivîl wek dibistanan û avahiyên tendurustiyê kir, her weha tekezî li ser giringiya gihandina bê şert û merc ji alîkariyên mirovahî re ji bo kesên herî hewcedariya wan pê heye kir.
Û Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kîmon dilgiranî û bîntengiya xwe der barê vê êrîşê anî ziman, û tekez kir ku encamin rasteqîne ji van binpêkirinên mezin ji yasaya mirovahiya nêvdewletî û yasaya mafên mirovan re hene. Û Ban Kîmon Encûmena Ewlekariya Navdewletî han da ji bo veguhestina doseyê bo dadgeha tewankariyan ya Nevdewletî.
Tê zanîn ku bi kêmî 30 şehîd û 30 birîndar roja pêncşemê hebûn, ji encama êrîşeke asmanî ji balafirên cengê yên bi ser rêjîma Esed ve, li ser kampa Kemûnê ya derbiderên Sûriyê li parêzgeha Idlibê ya li bakurê welat.
Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ehmed Remedan da xuyakirin ku ew komelkujiya ku rêjîma Esed li kampa Kemûnê ya derbideran li gundewarê Idlibê çênedibû, eger serokê Amerêkî Barak Obama çêbûna navçeya ewle li Sûriyê red nekiriba.
Û Remedan got:”ew zarok û jinên ku tawankar Beşar Esed li kampa Kemûnê li gundewarê Idlibê ew kuştin, divabû ew li navçeya hêmin bana, ya ku serokê Amerîka Barak Obama çêkirina wê red kiribû “.
Û Hevbendiyê tekez kir ku bumbebarnkirina Rêjîmê ji kampên penaberan re, piştî şermezarkirina Encûmena Ewlekariyê ji komelkujiyên Helebê re, redkirin û berberiyeke beloq e ji viyana Navdeletî re û binpêkirinek e ji tevaya biryarên yasaya navdewletî re, û bi xurtî got ku ev karê tewankarî diyar dike ku em nikarin behsa tu nêzîkbûnek siyasî bikin, di dema ku Rêjîm û hevpeymanên xwe van tewanên berdewam dikin, û her weha diyar dike, tu hevparê ku kêmtirîn mercê hevpariyê ji bo birêvebirina pirosêsa siyasî li rex hebe tune ye, lê tenê girûpek kar ji bo rêvebirina terorîstiya dewletê ya rêbazkirî dike heye.
Jêder :Hevbendî+ wekalat