Doh sêşembê, netewên yekbûyî di daxwiyanyin xwe de, dît ku pêlên derbiderbûnê yên ku li deverên bakurê rojavayê Sûriyê ji ber êrîşên hêzên rijêmê û hevalbenda wê Rûsiya çêdibin, ew yên herî xerab in ji dema şoreşa Sûriyê di heyva azara 2011an dest pê kiriye de.
Û axêverê bi navê Ofîsa Hevrêzkariya Karûbarên Mirovahî ya bi ser Netewên Yekbûyî ve, Yens Larke, tekez kir ku pêlên derbideriyê yên dawî li bakurê rojavayê Sûriyê, ew yên herî zû mezin dibin ta niha li Sûriyê, û amaje bi derbiderbûna nêzî 700 hezar sivîlî kir, piraniya wan jin û zarok in, ji gund û bajarokên xwe yên li deverên kêmkirina şer li herdû parêzgehên Idlib û Helebê.
Û berdevkê navdewletî hişyarî da derbarê ku heye 300 hezar kesên din ji deverên tijî mirov derbider bibin, tevlî bajarê Idlibê jî yê ku bisedhezaran derbider lê dijîn, û diyar kir ku mezintirîn kombûna derbideran li ser asta cîhanê li Idlibê ye, û hewcedariyeke mezin bi rawestandina şer û pevçûnan heye, da ew dever nebe goristanek, li gor wî aniye ziman.
Herweha Deved Swanson, berdevkê herêmî yê Ofîsa Hevrêzkariya Karûbarên Mirovahî, got ku ji destpêka heyva kanûna pêşîn ya bûrî, li parêzgeha Idlibê û derdorên wê, 690 hezar sivîl ji malên xwe derbider bûn, û di daxwiyaniyin xwe yên ji bo ajansa rojnamevanî ya Ferensî got ku li gorî şirveyên destpêkî, serhejmara derbideran ya ku di 10 hefteyên bûrî de hatiye tomrkirin, wek mezintirîn hejmare di qonaxekê de tên tomarkirin li Sûriyê ji berî 9 salan de.
Û nûnerî bilind yê Yekîtiya Ewropayê bo siyaseta karûbarê derve û ya ewlekarî, Cozef Borel, di axaftineke xwe de doh sêşembê, dema beşdarbûna wî di rûniştina Komelgeha Giştî ya Perlamantoyê Ewropî de ragihand ku hejmara derbideran ji ber êrîşên dawî li ser parêzgeha Idlibê,ji heyva sibata sala bûrî de û ta niha, bi ser milyonek kes ketiye.
Û Borîl tekezî li ser giringiya cîbicîkirina lihevkirina agirbestê ya ku Enqera û Mosko berî mehekê gihiştibûnê kir,û bal kişand ser ku eger rijêm di serkutkitina gel de berdewam be, û li gor ramana hêza leşkerî tevbigere, dê rê li pêşiya hêminî û aramiyê li welêt bigire, û tekez kir ku YE pêwendiyên xwe bi rijêma Esed re venagerîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî