Berdevkê fermî yê bi navê Sikirtêrê giştî yê NY, Istîvan Dogrîk, diyar kir ku Ban Kî Mon û hemû dîblomatkarên pêwendîdar di NY de name şandine ji heryek ji Rûsiya û rêjîma Esed re derbarê dorpêçkirinê, û amaje kir ku “axaftin hat kirin derbarê kar ji bona bidawîkirina dorpêçkirina Helebê”.
Roja sêşemê di kongirekî rojnamevanî li baregehê NY de li Niyoworkê, Dogrîk red kir ku bersivên ji Bankî Mon re ji Rûsiya û rêjîma Esed hatine derbarê dorpêçkirinê bide xuya kirin, bal kişand ku Ban kî Mon hewl dide ji bona ” rawestandina bombebarankirinê li Sûriyê û bidawîkirina sercem karên tundutîjiyê”.
Tê zanîn ku derdora 70 hezar kesî ji navçeyên cuda ji parêzgeha Helebê koçber bûne her ji heftiya bûrî de,ji encamê bombebarana berdewam ya firokên Rûsiya û hêzên Esed û mîlîşên tayifeperist li ser gund û bajarokên bakurê Helebê, û çavdêr dibînin ku Rûsiya û rêjîma Esed hewl didin bo dorpêçkirina navenda bajarê Helebê bi tevahî, digel tirsa zêdebûna hejmara koçberan ku bigehîje 100 hezar kesî, hevdem digel berdewamiya bombebarana bajarok û gundên bakurê Helebê.
û di heman çarçovê de, duhî roja sêşemê, şûnkarê sikirtêrê giştî yê NY û Rêxerê Hawarhatina Tengaviyan Stîvin Olbirayin daxwaz ji Rûsiya kir bi giringiya rawestandina êrîşên xwe yên esmanî li ser Helebê, û di kongirekî rojnamevanî de li baregeha NY li Niyoworkê Olbiriyan got ku “pêwîstiya berdewamiya karê mirovî li Helebê bi rawestandina êrîşên Rûsiya û her wiha yên hemû aliyên şerker di welat de heye “.
Weha jî got: ” rewşa Helebê gelekî metirsîdar e û bilez ber bi xirabiyê ve diçe û hin amar amaje dikin îro bi bilindbûna hejmara kesên ji bin dorpêçkirinê direvin, ji 35 hezaran bo 50 hezar kesî, ku em bi hewleke zor zehmet xwe digehînin wan”, û bal kişand ku gelek ji wan bi neçarî ber bi Idlibê ve divegerin”.
Herwiha Olbiriyan bi giranî sipasiya Hikûmeta Tirkiyê kir li ser mihvandarîkirina kongirê lotkeya mirovî yê ku tê çavrêkirin li gulana bê, li Stembolê bê lidar xistin, û Olbiriyan tekez kir ku “kongirê lotkeya mirovî li Stembolê wê ne kongirek be ji bona pabendiyên darayî, belê wê bi danîna lênîrînekê bo karê mirovî rabe û wê berpirsyaretiyên cewherî yên dewletên cîhanê û yên civaka navdewletî dastnîşan bike”.
Jêder: Wekalat