Serokê Amerîka Barak Obama duhî di kongirekî rojnamevanî de li koçka Sipî, tekez kir ku Esed rewatiya xwe ji dest daye û divê dest ji desthilatê bikêşîne da dergeh li pêş bidawîkirina “xwîn rijandinê” li Sûriyê vebin.
Û got: “dibînim ku pêwîste Esed bar bike ji bo dawiya xwînrijandinê were, û herwiha ji hemû aliyên pêwendîdar tê xwestin ber bi çareseriyek ne tayîfeperistî biçin”.
Di heman mijarê de heryek ji Wezîrê derve yê Firensa Loran Fabyos û yê Birêtaniya Fêlîb Hamond di Netewên yekgirtî de cext li ser giringiya çûna Esed kirin, û Fabyos pirsyar kir: “çawa ev peya dikare yekîtiya milet pêk bîne û wî bi xwe beşek ji milet kuştiye? û sebaret me bîroka kandîdkirina wî carek din bo helbijartinan nayê qebûlkirin”.
Fabyos weha jî got: danustandin di navbera rêjîmê û opozisyonê bê garantiyên bawerpêkirî li ser çûna Esed bi ser nakevin”.
Jêder: Ajans