Wezîrê derve yê Amerîk Rex Têlirson piştî hevdîtinekê bi Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffen de Mistura re li Cinêv, da zanîn ku desthilata malbata Esad bi dawî dibe û diyar kir ku mijara sereke çawaniya bidawîkirina wê desthilatê ye.
Tillerson diyar kir ku Amerîka Sûriyeke yekgirtî bêyî Beşar Esad li ser desthilatê be dixwaze, û pabendiya Waşinton bi vejînkirina pêvajoya Cinêv bo çareseriyeke siyasî ya giştgîr dupat kir, û got: “me pabendiya xwe bi pêvejoya aştiyê li Sûriyê daye di hevdîtina bi nûnerê Taybet yê NY re de”.
Ku şanderê navdewletî yê taybet Staffen de Mistura duhî di raporta xwe ya herdemî de ya ji bo encûmena ewlehiya navdewletî, destpêkirina geşta 8’an ji danustandinên Cinêv li heyva çêriya paşî ya bê de ragihand.
Tê zanîn ku serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf di hevdîtina xwe ya vê dawiyê de ya ligel Firank Cîliyê şanderê Firinsa yê taybet bo karubarê Sûriyê cext kiribû li ser giringiya karakirina piroseya siyasî û dubare vejînkirina wê ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya dadmend ligor biryarên navdewletî û bi taybetî li ser daxuyaniya Cinêv û biryara 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat