Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawûd Oglo tekez kir ku Tirkiya fişaran dubare dike ji bona dirustkirina navçeyek tenah û sepandina dijfirînê li ser esmanê bakurê Sûriyê, ji bona parastina sivîlên ji terora DAÎŞê û ji rêjîma Esed direvin.
Oglo got ku welatê wî wê kar ligel Amerîka bike ji bo dirustkirina navçeyek tenah bo koçberên Sûriyê, û dûr nexist ku hêzên hikûmeta Tirkiyê bo parastina wê navçeyê bên şandin.
Li aliyek din ve, Amerîka hêjî Sûre li ser redkirina dirustkirina navçeyek tenah bo parastina xelkê Sûriyê ji terora Esed û DAÎŞê, ku Marik Toner ji Wezareta derve ya Amerîka li ser pirsa rojnamevanekî derbarê vê mijarê red kir û got: “ku helwesta me aşkere ye û me di axavtinên xwe yên fermî de behsa hîç navçeyek yan penageha tenah nekiriye, û em ser vê mijarê neaxivîne, lê herdem em li ser bizavên berdewam ji bona qewtandina DAÎŞ ji deverê diaxivin “.
Hêjayî gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî bi tundî helwestên komelgeha Navdewletî şermezar kirin li hember çavgirtina ji holokista Sûrî ku firokên Esed rojane bidehên sivîlan dişewtîne.
berdevkê Hevbendiyê Salim Elmislit berî niha gotibû: ku çavgirtin ji rêjîma tawankar bê wijdanî û ne helwestek mirovî ye ji ber ku rojane firokên wê li ser xelkê Sûriyê her sibe û her êvar agir dibarînin.
Elmislit gazî Hevpeymaniya Navdewletî û her dewleteka xwe dibîne dostê gelê Sûriyê kiribû, ji bo sepandina navçeyên dijfirîn li bakur û başûrê welat, da jin û zarokên Sûriyê bêne parastin ji bikuj û tawanbarekî beredayî Mîna Beşar Esed,herwiha Elmislit doza karekî cidî kiribû ji bona dirustkirina navçeya Tenah.
Herwiha Elmislit doza rakirina qedexekirina gihiştin û bidestxistina çekên cureyî bo destê şoreşgeran kiribû, bê dîtina behane û danîna kosp û astengiyan li jêr navê dabeşkirina şoreşgeran di navbera şorşgerên miyanrê û yên tundrew de, ku şoreşger û artêşa Azad di şerê dijî terorê de ne, bi hemû reng û pergalên terorê ku ji rêjîma Esed û mêlîşeya Hizibulaha terorîst û mêlîşeyên milperist destpê dike, heta bigêheje rêxistina DAÎŞ ya terorîst.
Jêder:Hevbendî+Wekalat