Desthilatiyȇn Tirkiyayȇ rejȋma Esed bi avakirina serbazgehȇn rahȇnan ȗ hembȇzkirina tiroristȇn ku xerabiyê li Tirkiyayȇ ȗ deverȇ dikin ȗ tirorȇ lȇ belav dikin tawankar kir. Desthilatiyȇn Tirkiyayȇ niha vekolînê li lȋsteyek ji tiroristȇn Eniya Rizgarkirina Gelȇrȋ ya Șoreșgerȋ ya Tirorist dikin, ku hindek operasyonȇn tiroristî di rojȇn bȗrȋ de pȇk anȋne, yek ji wan girtin ȗ kuștina dozdarȇ giștȋ li bajarȇ Istenbolȇ, ȗ bikaranȋna ȇrȋșeke tiroristî li ser rȇveberiya ewlehiyȇ li Istenbolȇ, herweha hindek operasyonȇn dȋ jȋ ku berê kirine.
Desthiltȇn Tirkiyayȇ diyar kirin ku 104 nav di lȋsteya Tiroristan de hene, 52 tirorist ji wan di kamp ȗ serbazgehȇn li deverȇn rejȋma Esed rahȇnananê werdigrin da operasyonan li hindirȇ Tirkiyayȇ pêk werȋnin.
Rojnameya “Yenȋ Șefeq” ya Tirkȋ bal kișand ku M`irac Oral(Elî Keyalȋ) ȇ tirorist ku șer li rex hȇzȇn rejȋmȇ bi navȇ “Hȇzȇn Destwerdana Lezgȋn” dike, ew berpirs ȗ çavdȇriyȇ li rahȇnana van kesȇn tirorist dike.
Rojnameyȇ diyar kir ku hȇzȇn ewlehiyȇ, piștȋ civȋnin dirȇj, biryar dan ku pȇrabȗnȇn ewlehiyȇ li deverȇn Bașȗrȇ welat yȇn li ser sȋnorȇ deverȇn di bin destȇ rejȋma Esed de ne asȇ bikin.
Cȋgirȇ Serokȇ Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ Hișam Merwa tekez kiribȗ ku ” Rejȋma Esed li ser çar salan tawanȇn dûrî pîvanên miovahiyê pêk anȋne, komȇn tirorist li Sȗriyayȇ ȗ deverȇ çȇkiribȗn ȗ pișgirȋ dabȗ wan, kȇmasiyên Civaka Navdewletȋ di rȗbirȗbȗna van tawanan de alȋkrȋ bi wan re kiribȗ”.
Merwa ji serkirdeyȇn cȋhanȇ ku encamȇn tirorȇ șermezar dikin xwestibȗ ” ku sedemȇn rasteqȋne yȇn tirorȇ çareser bikin, û jȇdera wȇ ya sereke ku rejȋma Esed nȗnertiya wȇ dike bidawî bikin”.
Jȇder: Hevbendȋ