Bi sedema dagîrkirin û birdomankirina bajarê Kobanê ji aliyê çeteyên rêxistina DAIŞ, û herwiha bi sedema bombebarakirina pêgehên DAIŞê di Kobanê de ji bal Firokên Hevpeymaniya Navdewletî, ku bû sedema wêrankirina çendîn sîmbol û şûnwarên dîrokî yên Kobanê.
Ji wan şûnwaran, du şêrên bajarokê Şêran û Seraya Kobanê û Qesra Bozan Begê û gorên çendîn kesayetiyên olî yên navdar li goristana Kobanê.
Hêjayî gotinê ye; ku bajarê Kobanê tûşî çendîn êrîşên çeteyên rêxistina DAIŞê hat, ku bû sedema awarebûna akinciyên wê ber bi Tirkiyê de, paşre bi hevkariya hêzên hevbeş û bi piştevaniya firokên Hevpeymaniya Navdewletî carek din karîbûn kobanê ji dest DAIŞê rizgar bikin.
Jêder: Hevbendî+ Rûdaw