Mewlûd Çawîş Oxlo Wezîrê karûbarê derve yê Tirkiyê çekdarkirina Penaberên Sûrî da beraberiya Rêkxistina Daişê li Kaniya Ereban (Kobanî) bikin nepejirand, ev daxwaza li ser zimanê Şandyarê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê Stîvan Dîmistora weha salix da “ne ketwarî ye, çimkî ev Penaber sivîl in û ji ber şer reviyane û nabe ko em wan li şer vegerînin û nabe ko Tirkiyê çekan bide wan, û şandina wan bo cengê ev tawankariyeke û tu caran em nahêlin ko bibe.”
Wezîrê Tirkiyê stratîciya Hevalbendiyê di şerê tiroristiyê de rexne kir û got: “êrîşên asmanî di rawestandina Daişê de têk çûn û biser neketin gerek çareyeke din ji Herêmê re bê dîtin.”
Berdevkê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Salim Elmislit dibîne ko: “Tiştê di Dezgehên Ragihandinê de hatiye ko Tirkiyê mercên xwe datîne da têkeve Hevalbendiya Navnetewî, ew bi xwe ne merc in belê pêdiviyên bingehînin yên ko têk birina tirorê li Herêmê dikin. ”
Ev gotin li ser peyva beşdarbûna Serokê Tirkiyê – ji bo têkevin nav hêzên Hevalbendiyê- ji bo pêkanîna Herêmeke hêmin û aram û rahênankirina radîkalên Sûrî û Îraqî ji bo beraberiya tirorê bikin, ya ko serokê desthilata Tirkiyê Ehmed Dawid Oxlo ji televizyona CNN ya Emerîkî re da xuyakirin ko li Herêmê Esed ew çêkerê tiroristiyê ye û got: “
Dibe ko em têwirdanê bi hêzên xwe yên bejî digel Hevalbendiya Navnetewî bikin, da li rêkxistina (Daişê) bidin di çarçoveya stratîciya tekûz de ji nav wê jî Rêjîma Esed jî amanc bikin.”
Herweha di axaftina xwe de got: “Bi rastî çareserkirina tiroristiyê dûr ji tiroristiya Esed bê sûde ye, çimkî hebûna Esed ew navtêdana zindî û bingehîn e ko hişt ev rêkxistin tirorost û tundrew çê bibin, û eger rêjîma wî bimîne di paşerojê de wê rêkxistinin nû yên tundrew bi navine din derkevin.”
Çareserkirina tiroristiyê par bi par ne di berjewendiya Sûriyan de ye û gefan li Dewletên derdor û Herêmê rû bi rû dike.
Jêder: Fransa 24 +Hevbendî