Wezîrê derve yê Emerîkî Rîks Tîrlirson di kongirekî rojnamevanî de li Waşinton dubare hewlwesta xwe derbarê têwerdana Îranê di hindirê dewletên herêmê de diyar kir û got: “Divê Îran hemû hêz û milîtanên xwe ji Sûriyê bikêşîne”.
Tîrlirson dibîne ko rêgirtina li siyaseta zêdegaviyên Îranê li herêmê “mijarek e em bizavê ji bo cîbecîkirina wê dikin digel hevalên xwe yên hevpeymana navdewletî û yên li cîhanê”.
Tîrlirson di kongirê ji bo nirxandina karê wezareta xwe yê heft mehan got ku welatê wî dixwaze hevkariyê bi Rûsya re berdewam bike ji bo aramiyê li Sûriyê, lê bi mercê ko hêzên Îranî jê derkevin.
Tîrlirson tekez kir ko hêj welatê wî helwesta xwe ji rêjîma Esed neguhertiye, û çi paşeroj ji Beşar Elesed re di desthilatdariya Sûriyê de nîn e, û wezîrê derve yê Emerîkî berdewam kir û got “em bizavê dikin bo Sûriyeke yekgirtî û bingehên destûreke nû ji welat re û hilbijartin û serpereştiyeke nû deynin” .
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans