Rêxistina NY ya zarokîniyê “UNICEF”, ragihand ku rêjeya kuştina zarokan li Sûriyê li sala borî bilind bibû, û bal kişandiye ku ew zêdebûn hatiye bi sedema oparesyinên bombebarankirina taxên nişteciyan bi awayekî bitewşî, ku rijêma Esed heman rêbazê ji çend salan ve pêrew dike.
Berdevka UNICEF, Marixi mercado, duhî li Cenêvê û di kongirekê rojnamevanî de got, ku “ji aliyê NY kuştina 910 zarokan li sala 2017’an beramber kuştina 652 zarokan li sala 2016’an hatiye belegekirin”.
Ligor rêxistina navdewletî ya taybet bi mafên zarokan (UNICEF) ku pêwîstiya nêzîkî 5.3 milyon zarokî bi alîkariyên bilez heye, û bal kişandiye ku 2.8 milyon derbeder li hindurê welat û 2.6 milyon penaber hene.
Unicef amaje bi bêparbûna zêdetir ji 1.7 zarokî ji xwendinê kiriye, hevdem ku metirsî hene li ser bêparbûna 1.3 milyon zarokên din.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza bicihkirina bilez ji biryara 2401 re kiribû, û dîtibû ku agirbest û gihandina alîkariyên mirovî destpêka çareseriya siyasî ya herdemî li Sûriyê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya /Wekala