Wezareta Gencîneya Amerîka, duhî roja pêncşemê siza li ser li milîsên Îranê yên alîgirên rejîma Beşar Esed ragihandin, ji bo xistina fişaran li ser Tehranê û Supayên Pasdaran.
Navê feyleqa “Fatimiyûn” ya ji çeteyên Afganîstanê û ya “Zeynebiyûn” ya çeteyên Pakistanî pêktên di lîsteya reş ya Gencîneya Amerîka de hatine, ji bo qedexekirina torên darayî yên navnetewî li ser wan bi armanca kontrolkirina operasyonên wan.
Wezareta Gencîneya Amerîkî got ku endamên herdu milîsan ji hêla Supaya Pasdarên Îranê ya terorîst ve ji koçber û penaberên li Îranê têne leşkerkirin, ji bo bikaranîna wan di şerê li Sûriyê li kêleka rejîma Beşar Esed.
Wezîrê Gencîneya Amarîka Stephen Menuchin di daxuyaniyekê de got ku “Rejîma Îranê ya hov, penaberên li Îranê (….) wek mertalên mirovî di şerê li Sûriyê bikar tîne”.
Menuchin got ku “Armanckirina van mîlîtanên Îranê û aliyên biyanî yên din tê di çarçoveya kampanyaya niha de ya ji bo daxistina torên nerewa yên rejîm wan ji bo belavkirina teror û nearamiyê li cîhanê bikar tîne “.
Herwiha ji aliyê Wezareta Gencîneyê cezayên aborî li ser kompaniya firokevaniya “Qeşim” ya xwedanê wê “Mihan Air” e, û “Travel Flight” ya navenda wê li Ermenîstanê ye sepandin, û kompanî bi pêşkêşkirina piştgiriya madî ji bo sipaya pasdarên Îranê bi rêya veguhastina leşker û cebilxaneyan hat tometbarkirin.
Sayita “Washington Free Beacon” li ser zarê karbidestên Amerîkayê ragihand ku rêveberiya Amerîka dixwaze biryara Almanya ya ji bo qedexekirina kompaniya “Mahan Aeriyan” ya hikûmeta Îranê çêbicê bike, ji ber veguhestina çek û şervanan ji bo Sûriyê, û tevlî qedexekirina hemû hêlên esmanî yên Îranê yên gunehbar bi pêkanîna binpêkirinan, û ev yek ziyaneke mezin digihîne sektora veguhestina asîmanî ya Tehranê, û wê bibe sedem ji bo dûrxistina wê ji cîhanê.
Herwiha sizayên darayî yên Amerîkî tên di çarçoveya bilokkirina pareyên kesayetî û kompaniyên armanckirî li Amerîka, ji bo rê li pêşiya kompanî û karsaziyên Amerîkayê ji bo têkiliyên bazirganî ligel wan bigire.
Hêjayê gotinê ye ku Civata Nûnerên Amerîka “Kongirês” ji berî du rojan biryar li ser pesendkirina projeya “Yasa Qeyser” da ji bo sepandina sizayê Amerîkayê li ser rejîma Esed û alîgirên wê, piştî rojekê ji sizayên nû yên ji aliyê Yekîtîya Ewropayê li ser kesayetî û kompaniyên têkildar ligel rejîma Esed.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî