Emerîka navê 271 karmendî ji yên navenda lêkolînan ya zanistî ya berpirsiyar e di ber pêşdebirina çekên kîmawî yên rêjîma Esed, li lîsta reş ya sizayan zêde kirin, piştî çend hefteyan ji bikaranîna gaza sarîn ya jehrîn li bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlib û ya ko bi sedan kuştî û birîndar li pey xwe hiştin.
Wezareta derve ya Emerîkî got ko 271 ji karmendên Navenda Sûrî Ya Lêkolînên Zanistî, wek pisporên kîmya li wir dixebitin an piştgiriya “pirogramê çekên kîmawî” yê navendê ji sala 2012ê bi kêmanî kirine, an jî di herdû mijaran de kar dikin.
Wezîrê xeznê Stîvin Minotşîn di daxuyaniyekê de got: “ev sizayên berfireh dijî navenda piştgirya zanistî ya êrîşa çekên kîmawî ya diktator Beşar Elesed ya li ser zilam û jin û zarokan in”.
Di demekê berê de berî doh, serokê Emerîka Donald Tramp got ku Encûmena navdewletî di bersivdana êrîşa kîmawî de ya li Sûriyê dibe têkçû, û salixê wê bi “hêviyeke têkçûyî” da.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans