Nîkî Hêlî, nûnera Amerîka li NY, cext kir ku wê çareseriya berdemî li Sûriyê bête pêkanîn bi rêka veguhestineke siyasî ya rê nede Îranê yan Esed ku bikevin şûna DAIŞê piştî têkşikandina wê.
Nûnera Amerîka pêr li encûmena ewlehiya navdewletî di peyvekê de derbarê pêşhatên Sûriyê got ku “Amerîka pabend e bi dîtina çareseriyekê li Sûriyê bê Bişar Esed “.
Hêlî got ku dive em alîkariyên mirovî ji navçeyên dorpêçkirî re her weha ji yên gihiştina wan dijwar e re misoger bikin, û herwiha Rijêm dadpirsîn bibe li ser qedexekirina gihandina alîkariyan.
Ji aliyê xwe ve, şanderê navdewletî yê karubarê Sûriyê Stîven Dî Mestora daxwaz ji rijêma Esed kir ku bi rastî tevlî danustandinên rasteqîn bibe, ji bo dirustkirina desteyeka veguhêz ya bawerîpêkirî û giştgîr, û destnîşankirina demê ji bo dariştina destûreke nû, û pêkanîna helbijartinan li jêr çavdêriya NY.
Hêjayê gotinê ye ku şanderê navdewletî Dî Mestora, encûmena ewlehiyê, pêr, bi niyazên xwe agehdar kiribû ji bo lidarxistina gereke nû ya danustandinên Cinêv li dawiya çiriya pêşiyê yan jî destpêka çiriya paşiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat