Wezareta derve ya Amerîka daxwaz ji Rûsiya kir ji bo sepandina fişaran li ser rijêma Esed ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji Xûta rojhilat re , ji ber ku xelkê Xûta bi sedema dorpêçkirina dijwar ya hêzên rijêma Esed li ser navçeyê rastî kirîzeke kêmbûna dermanan û xwarinê hatine.
Berdevka wezareta derve ya Amerîka, Hîdz Nawîrit, li ser malpera xwe li ser “twitter” got ku “rewşa Xûta rojhilat li Sûriyê têkçûye, û pêwîst e Rûsiya fişaran bêxe li ser rijêma Esed ji bo rê bide cîbicîkirina oparesyonên raguhestinê û gihandina xwarinê û derman ji bo rihakirina giyanê xelkê“.
Dîblomatkara Amerîkî got ku “siyasetê ligel xêzanên birçî nekin “, û hevdem dawaza dupatkirina agirbestê û pabendiya pê û rawestandina tundutîjiyê û gihandina karwanên alîkariyên NY bo navçeyên dorpêçkirî kir.
Tê zanîn ku birêkarê sikirtêrê giştî yê NY Mark Lokok roja çarşemê li encumena ewlehiyê gotibû ku “Sûriya bûye mezintirîn qeyrana koçberiyê li Cîhanê”, piştî heft salan ji şerê Beşar Esed li dijî gelê Sûriyê.
Li aliyekî din, pirogramê xwarinê yê cîhanî (WFP) di daxuyaniyekê de roja sêşemê gotibû ku zêdetir ji deh milyon xelkê Sûriyê rastî kirîza birçîbûnê hatine bi sedema dorpêçkirina navçeyên wan ji aliyê hêzên rijêma Esed ve.
Berdevka pirogramê xwarinê yê cîhanî Bitîna Loşer gotibû ku “rewşa mirovî li Xûta rojhilat têkçûye bi sedema ku navçe ji çar salan ve hatiye dorpêçkirin“.
Bernemaya xwarinê ya cîhanî di daxuyaniya xwe de daxwaz ji aliyên pêwendîdar kiribû ji bo rê bidin karwanên alîkariyên mirovî bo gihandina alîkariyan bêmerc û kosp ji navçeyên dorpêçkirî re yên li Xûta rojhilat, û daxwaza rêzgirtina yasayên navdewletî û mafê mirov kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat