Wezîrê Derve yê Amerîka, Mike Pompeo, tekez kir ku nerîna Waşinton nêzîkî ya encamên Saziya Qedexekirina Çekên Kîmyewî ye, ya tê de hatîye ku Rejîma Esed berpirs e di ber êrişên kîmawî li ser bajarê El-letaminê li parêzgeha Hemayê de, û got ku rêjîmê madeyên ji bo pêşxistina çekên kîmyewî li ba xwe hiştine.
Û Pompeo di daxwyaniya xwe de li ser rapora saziya qedexekirina çekên kîmawî a ku duh çarşembê derketî got ku, rapora dawîn a saziyê “delîlên nû ne di nav komeke mezin û zêde ji delîlên din, derbarê ku rêjîma Esed bi çekên kîmyewî êrîşan dike”.
Û Wezîrê Derve got ku hêzên rêjîma Esed ” qebareyek ji keresteyên kîmawî li ba xwe hiştine, bi taybetî sarîn û kilor, û hîn xwedanê ezmûnek e ji bernameya normal ya çekên kîmyewî ye, daku sarîn û kilor û çekên nû yên kîmawî pêşve bibe û wan bikar bîne “.
Û Pompeo bal kişand ku “zêdetirî neh salan e, rêjîma Esed êrîşên xwîndar dijî gelê Sûriyê dike, û rêjîm berpirs e di ber hejmareke mezin ji gunehkariyên pîs yên ku dighên asta tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê.”
Û Rapora Saziya Qedexekirina Çekên Kîmawî, ya ku duh çarşembê derketî, gihîşte encamê ku balefirên rêjîma Esed sê êrîşên bi çekên kîmawî yên qedexekirî li ser bajarokê El-letamnê yê girêdayî parêzgeha Hemayê rojavayî Sûriyê di heyva adara 2017an de pêk anîne.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, di daxwiyaniya xwe de duh çarşembê, piştî derketina encamên Saziya Navdewletî, daxwaza tevgereke navdewletî li gorî beşê heftemîn ji Peymana Encumana Ewlekariyê ya Navdewletî û mercên biryara 2118an kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî