Duhî Waşinton siza danîne ser 9 takekes û firakisyonên Îran û Rûsya û Sûriyê yên ko di toreyekê de ne û berpirsiyar in di ber veguhestina bi qaçaxî ji petrola Îranê re bo rêjîma Esed û rêkxistinên ko Waşinton wan tirorist dibîne, ji nav wan jî milîtanên hizbulaha Libnanî.
Wezareta gencîniya Emerîkî di daxuyaniya xwe de anî ziman ko rêjîma Îranî û bi hevkariya kompaniyên Rûsî piştgiriya rêjîma Esed bi bimilyonan bermîlên petrolê dikin, beraber jî rêjîm jî guhastina sedmilyonên dolaran bo milîtanên Feyleq Elquds yên bi ser pasvanên şoreşgêr yên Îranî ve hêsan dike.
Lîsteya kesên bi sizayên kompaniya Global Vîgen ya Emerîkî amanckirî ne ‘’Mihemed Amir Elşiwêkî, Hac Ebdulnasir û Mihemed Qasim Elbuzal yê Libnanî û Endirê Dogayêf yê Rûsî û Resûl Sicad û Hisên Yaqûbî yên Îranî, her weha siza dane ser kompaniyine Rûsî ‘’ M B Bank‘’ û kompanya ‘’Tedbîr Kîş ‘’ ya dermanan.
Birêveberiya Emerîkî rêjîma Esed bi hêsankirina tevgera sedan milyonên dolaran bo ‘’pasvanên şoreşger ‘’ yên îranî û milê wê yê derve ‘’ Feyleq Elquds ‘’ tawanbar kirin ko ew piştgiriya milîtanên hizbulaha tirorist dikin.
Şandyarê taybet bo Îranê Brayan Hok duhî hişyariyek da kompaniyên ko wan sizayan piştguh bikin û got: ‘’Gava kompanî danûstandinê bi rêjîma Îranê re bikin, ew tekez dikin ku ew piştgiriya tiroristiyê dikin, dibe li walatên xwe jî, û bêtir got ku amanca me ew e em rêjîma Îranî ji belavkirina tiroristiyê bêpar bikin. ‘’
Emerîka di 10ê heyva bûrî de tekez kir ko Îranê pereyên gelek bo piştgiriya tiroristiyê li Sûriyê û dewletine din xerc kirine, û wê hişt ko çareseriya siyasî ya bi çavdlêriya Netewên yekgirtî asteng bibe.
Wezareta derve ya Emerîkî di raporteke xwe ya taybet bi Îranê de, ya ji hêla tîmeke wê ya taybetmend ve amade bûye, destnîşan kir ko Tehran di heşt salên bûrî de bêtir ji 16 milyar dolar bo piştgiriya tiroristiyê li Sûriyê û Îraqê û Yemen xerc kirine.
Tête destnîşankirin ko sizayên Emerîkî ji sê hefteyan ve ketine warê cîbicîkirinê û bi şêweyekî bingehîn derçûyên petrola Îranî û Benka navendî ya Îranî amanc dike, Emerîka fişarê dide ser rêjîma Tehranê bo awa û siyaseta wê ya herêmî û siyaseta pêşvebirina mûşekên palastî biguhere.
jêder: Nivîsgeha Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Elşerq Elewset