Emerîka sizayine nû li ser Îranê ferzi dike ko gihaye 27 firakisyonan, û diyar kir ko piştgiriya wan firakisyonan ji milîtanên pasvanên şoreşgêr yên Îranî û milîtanin din li Sûriyê re gihaye milyonên dolaran.
Ew siza di biryarên wezareta gencîniya Emerîkî de ya duhî sêşembê derketine hatine, di daxuyaniyê de 14 kes û 17 kompaniyên din xistine lîsta sizayên abûrî yên tund yên li ser Îranê feriz kirine, û vê carê Bank û dezgehên darayî ji nav wan ‘’ Benka Ensar‘’, ‘’ Etles lilsirafe‘’ û ‘’ kompaniya Etles ‘’ jî hatine sizakirin.
Wezareta Emerîkî bal kişand ser ko wê karê toreyeke mezin rawestandiye, ya ku Îranê ew dida pêş û li ser navê wê karê xwe yê rastî yê piştgiriya wezareta berevaniya Îranî û pasvanên şoreşmgêr bi milyonên Euro û dolaran dikir.
Ev pêngava duyem bû vê hefteyê ko roja înê jî sizayine wek van 31 zanyar û pispor û kompaniyine Îranî armanc kirine, bi tawana ko di pirogramê lêkolîn û pêşkeftina atomî û mûşekan de beşdar bûne.
Rojnameya ‘’Îneb Beledî’’ ya xwecihî di riya wergera raporta nivîsgeha darayî ya biyanî ya bi ser wezareta gencîniya Emerîkî ve destnîşan kir ku ew kompaniyên siza li ser wan hatine ferizkirin bêtir ji milyarek dolar û Euro bo milîtanên pasvanên şoreşger yên Îranî û wezareta berevaniyê û hêzên çekdar yên Îranî re şandine, hem bi nirxê milyonên dolaran bo wezareta berevaniyê û piştgiriya hêzên çekdar (MODAFL) hatiye şandin.
Rojnameyê got ko raporta gencîniya Emerîkî bal kişand ser ko benka Ensar bi milyonên dolaran qeriz ji kompaniya ko van pereyan ji pasvanên şoreşgêr yên Îranî û feyleq Elquds yên li Sûriyê re şandine, ko ev pere bo mûçeyên şervanên biyanî û berpirsiyarên pasvanên şoreşgêr û milîtanên bi ser firqa Fatimiyûn û Zeynebiyûn ko zarokên temenê wan nagehê 14salî jî di nav wan de hene hatine terxankirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko Îran metirsiya herî mezin e li rojhelata navîn, û daxwaz kir ko pêngavine piraktîkî hebin da destên wê dewleta piştgir ji tiroristiya ku sînoran derbas dike re pûç bike.
Û tekez kir ko metirsiya Îranê ne tenê beşdarbûna wê bi Esed re bo kuştina miletê Sûrî ye, lê belê ewlehiya herêmê dixe bin gefan de, ko milîtanên mezhebperest li bêtir ji dewletekê belav dike, û bêtir got ko karê destikên Îranê yên pir li dewletên deverê belav bûne; çêkirina bêserûberiyê û têkbirina ewlehiyê ye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî