Tuesday, May 6, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Siyasî

Waşinton: Tehran Bi Milyaran Pere ji bo Piştevaniya Terorê li Sûriya û Îraqê Xerc Kirine

October 11, 2018
in Nûçeyên Siyasî
Reading Time: 2 mins read
A A
Waşinton: Tehran Bi Milyaran Pere ji bo Piştevaniya Terorê li Sûriya û Îraqê Xerc Kirine

Emerîka tekez kir ku Îran pereyekî zêde xerc kiriye ji bo piştevaniya terorê li Sûriyê û hin welatên din, û ev yek astengî li pêşiya gihiştina çareseriya siyasî bi serpereştiya Neteweyên Yekgirtî çêkirin.

Wezareta Derve ya Emerîka di raportekê taybet bi Îranê de, ya ji aliyê tîmeke pispor hatiye amadekirin, got ku Tehran di dema heşt salên derbasbûyî de; zêdetir ji 16 Milyar Dolar xerc kirine ji bo piştevaniya terorê li Sûriya û Îraq û Yemenê.

Raporta ku ji aliyê tîma taybet bi karûbarê Îranê di Wezareta Derve ya Emerîka de kar li ser hatibû kirin, amaje dike ku desthilata Tehranê di rêya Feyleq El-Qudis re ev pere şandine ji bo milîsên terorîst û grûpên li şûna wê li welatên deverê şer dikin.

Raport behsa kiryarên wêranker yên rejîma Îranê li deverê dike, di rêya perepêdan û piştevaniya terorê û bernameya mûşekan û paşguhkirina siza û gefên daryayî û ewlekarî, herwiha binpêkirinên mafên mirovan û ziyanên digihîne jîngehê.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Emerîka Mike Pompeo di rêya tiwîterê re got: “Di dema ku gelê Îranê li ber xwe dide, rejîma wî welatî ya ku ji derveyî yasayê ye, zêdetir 16 Milyar Dolar ji sala 2012an ve bêhûde xerc kirine ji bo piştevaniya Esed û hevpişkên xwe li her yek ji Sûriya û Îraq û Yemenê”.

Berya niha jî Wezîrê Derve yê Emerîka di daxuyaniyeke xwe de tekez kiribû ku Îran sponsera terorê ye li cîhanê. Herwiha berpirsekî di Wezareta Bervaniya Emerîka de “Pentagon” di vê mehê de amaje kiribû ku hebûna Îranê ya leşkerî li Sûriyê, derfetên çareseriya krîzê li wî welatî bi rêyên siyasî kêm dike.

Jêder: Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê

ShareTweetSend

Related Posts

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike
Nûçeyên Siyasî

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike

November 7, 2023
Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin
Nûçeyên Siyasî

Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin

June 25, 2022
Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e
Nûçeyên Siyasî

Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e

April 2, 2022
Next Post
El-Ebda Tekez Kir ku Peymana Idlibê Dikeve Bercewendiya Parastina Sivîlan û Hêminiya Wan

El-Ebda Tekez Kir ku Peymana Idlibê Dikeve Bercewendiya Parastina Sivîlan û Hêminiya Wan

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.