Friday, June 13, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Siyasî

Waşinton: Vîtoya Rûsiya ji bo Parastina Rijêma Esed e yê Çekên Kêmyayî li Sûriyê Bikar Anîne

November 18, 2017
in Nûçeyên Siyasî
Reading Time: 3 mins read
A A
Waşinton: Vîtoya Rûsiya ji bo Parastina Rijêma Esed e yê Çekên Kêmyayî li Sûriyê Bikar Anîne

Piştî bikaranîna Rûsiya mafê ji redkirinê “vîto” re li dijî nûkirina karê komîta lêkolîna navdewletî ya taybet bi bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê, Amerîka ji aliyê xwe ve ragihand ku ewê berdewam be li ser xistina fişaran li ser encûmena ewlehiyê bo dirêjkirina karê komîteyê.

Duhî roja înê, ofîsa wezîrê derve yê Amerîka “Rix Telerson” daxuyaniyek da û têde tekez kir ku “Rûsiya careke din vîto bikar anî li dijî nûkirina karê mîkanîzma hevbeş ya NY û rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî, ji bo parastina rijêma Esed û tirorîstên bikarhênerên çekên kêmyayî li Sûriyê“.

Daxuyaniya wezareta derve ya Amerîka weha jî  got: “Rûsiya bi redkirina dirêjkirina karê mîkanizma hevbeş, peyameke xuya dide ku ew rêzê li qurbaniyên êrîşên çekên kêmyayî nagire, û sivkayê bi pîverên navdewletî yên girêdayî bikaranîna van çekan dike “.

Daxuyaniyê bal kişand ku Waşinton “wê berdewam be di xistina fişaran li ser encûmena ewlehiyê ji bo dirêjkirina karê mîkanizma lêkolîna hevbeş, ji bo berdewam be li ser karê xwe ji bo nasîna encamderên êrîşên kêmyayî yên hovane li Sûriyê , û dabînkirina  mafên qurbaniyan “.

Ji aliyê xwe ve, Nîkî Haylî balyoza Amerîka li NY derbarê” vîtoya Rûsî” got ku “peyamek xuya ye, ku Rûsiya bikaranîna çekê kêmyayî li Sûriyê erê dike”, herwiha ” vîtoya Rûsî” ji aliyê piraniya endamên encûmena ewlehiyê ve hat şermezarkirin.

Hêjayê gotiyê ye ku 12 endaman ji 15an deng bi erênî dan pêşinyara Japonî,  û ji aliyê Bolîfiya û Rûsiya ve hat redkirin, ku di dema 24 demjimêran de Rûsiya du caran”Vîto” bikar anî, û Çînê dengê xwe neda.

Tê zanîn ku 11 caran vîto ji aliyë Rûsiya tê bikaranîn li dijî pirojebiryarên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê, tevî ku Mosko pêr li roja pêncşemê, bo dehemîn car “vîto” bikar anî li dijî pirojebiryarekê Amerîkî li ser berpirsyaretiya rijêma Bişar Esed li hember êrîşên kêmyayî.

Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê da zanîn ku nekarîna encûmena ewlehiyê derbarê dirêjkirina karê komîta lêkolîna navdewletî ya taybet bi bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê, tiştek kirêt e û xirabiyê digehîne navudengê NY.

Hevdem mîkanizma lêkolîna hevbeş ya NY û rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî, li êlûna borî, raportek belav kiribû li ser berpirsyaretiya rijêma Esed di ber encamdana çend êrîşên kêmyayî ku yek ji wan kêmyabarankirina Xanşîxon li heyva nîsana borî bû.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

ShareTweetSend

Related Posts

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike
Nûçeyên Siyasî

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike

November 7, 2023
Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin
Nûçeyên Siyasî

Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin

June 25, 2022
Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e
Nûçeyên Siyasî

Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e

April 2, 2022
Next Post
Desthilata Sûrî ya Demkî: 700hezar Pertûkên Dibistanan li ber Amadebûnê ne

Desthilata Sûrî ya Demkî: 700hezar Pertûkên Dibistanan li ber Amadebûnê ne

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.