Îro roja duşemê, berdevka wezareta derve ya Amerîka derbarê derbaskirina alîkariyên navdewletî yên mirovî ji Xûta rojhilat re, got ku pêwîst e aliyê rijêma Esed ” dorpêçkirina li ser Xûta rojhilat bilez rake“.
Berdevka wezaretê Hidiz Nawirt got ku” dorpêçkirina sivîlan û girawkirina wan, karekî kirêt e, û xwarin û derman ne alavên siyasî ne, û pêwîst e rê bo NY bête dan ji bo gihandina alîkariyan bê kosp û astengî“.
Zêdetir Nawirt li ser malpera “Twitter”ê ya “balyozxaneya Amerîka li Şamê” got ku “nûçeyên derbaskirina alîkariyan tiştek positiv e, lê hêjî sivîl li ber mirinê ne“.
Tê zanîn ku berî çend rojekî, komsyonkarê bilind yê mafê mirov li NY, rewşa mirovî li Xûta rojhilat bi “cihê dilêşiyê ye” binav kiribû, û daxwaza derbaskirina alîkariyên mirovî bo nekêmtir ji 350 hezar dorpêçkirî re ji hemû aliyan kiribû.
Û mîr Zêd bin Re’hed Elhusên komsyonkarê bilind yê mafên mirov li NY di daxuyaniyekê de gotibû: ku “wêneyên zarokan yên diltezîn yên li rojên dawiyê xuya bûne, nîşanek pir cihê tirsê li ser derdeseriya xelkê Xûta rojhilat didin xuyakirin, û niha di rewşeka mirovî ya tengaviya de dijîn “.
Hêjayê gotinê ye ku li demeke pêştir, encûmena xwecihî ya bajarokê Heresta hişyarî da li ser encamên xirab yên kêmbûna dermanan li bajêr, ku niha dermanên nojdariyê ber bi xilasiyê diçe, herwiha ji aliyê ” Heyva Sor a Sûrî” hejmarek zarokên nexweş bo nexweşxaneyên Şama paytext hatin veguhestin “.
Li aliyek din, çend xwepêşandan ji aliyê sivîlên Sûriyê ve li riyên derbasbûna karwanên alîkariyên navdewletî bo Xûta rojhilat hatin lidarxistin, wek nerazîbûnê ji kêmbûna alîkariyan û serederiya civaka navdewletî bi rewşa wan re“.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, careke din tekez kir ku kiryarên dorpêçkirinê yên rijêma Esed li ser çend navçeyan “tawanên şer in”, û da zanîn ku ew bi armanca birçîkirina xelkê ye, û ji bo neçarkirina wan li ser erêkirina rêkeftinên wek xwe-radestkirinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiyê