Wilayetên yekgirtî yên Emrîkî ragehand ko nîşan hene li ser bikaranîna rêjîma Esed careke din ji çekên kîmawî re li gundewarê Laziqiyê, yekşemba bûrî, digel vê operasiyona leşkerî ya tund li bakurê Sûriyê ko rêjîma Esed û Rûsya serpereştiya wê dikin.
Çalakvanan kurtevîdyo belav kirine dibêjin ko ew ên amanckirina rêjîmê ji bajarokê Kebîne li gundewarê Laziqyê yê bakur re ye, ko bombeyên gaza kilor têde bikar anîbûn.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de ya 21 gulanê der kiriye got ku ew operasiyonên leşkerî yên rêjîmê dişopînin û ew hêj zanyariyan li ser bûyerê kom dikin.
Her weha wezareta derve ya Emrîkî hişyarî da rêjîma Esed ji bikaranîna çekên kîmawî û got: ‘’ Eger rêjîmê çekê kîmawî bikar anî dê Emrîka û hevalbendên wê bilez li rêjîmê vegerînin.‘’
Çalakvanên herêmê gotin ku bikaranîna gaza kilor digel hewildanên hêzên rêjîmê hatiye ko dixwazin herêmê kontrol bikin, û gotin ku operasiyonên bombebaranê heta derengî şevê berdewam kirin.
Komîta lêkolînên navdewletî ya taybet bo Sûriyê tekez kir ko rêjîm berpirsa piraniya wan êrîşan e, lê Rûsy Encûmena ewlehiyê rawestand û nehişt tu biryarên pirotestokirina rêjîm derkevin çimkî mafê vîto bikar anî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê yaHevbendiya Niştimanî ya Sûrî