Yek ji yekîneyên bi ser wezareta karê derve ya Birîtaniya ve, doh êvarî, ji rêjîma Esed xwest ku bihezarên girtiyan serbest berde berî destpkirina gotûbêjên Cinêvê yên ku biryar heye di 9 vê adarê de lidar bikevin.
“Yekîneya Birîtanî Dijî Rêxistina DAIşê”, ya bi ser wezareta derve ya Birîtanî ve, di vîdyoyekê de li ser malpera xwe ya Tiwîterê got ku hêzên Esed” bidehên-hezaran ji jin û mêr û zarokan ji sala 2011an de, bê dadgehkirin desteser kirine û girtine.
Wê Yekîneyê nîşan dan ku piraniya girtiyan bêserûşûn in, û ti kesî nikariye ta niha agahiyan li ser çarenûsa wan bizane, û daxwaza serbest-berdana yekser ji wan re kir.
Her weha got:”divê Esed deh-hezarên girtiyan berde, wek destpêşxeriyeke pakiya meremên xwe ji bo bidawîkirina derdeseriya gelê Sûriyê”, û bal kişand ser ku rêjîma Esed êşkenceya rêbazkirî der hafê bihezaran ji Sûriyan pêk aniye.
Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan, di raporta xwe ya heyvane de, ya ku doh yekşemê derket, diyar kiribû ku ew pêşbîn dike 215 hezar kesên girtina kotekî li Sûriyê hebin, di nav wan de 117 hezar kesên binavan û rewşa girtina wan hatine belgekirin, gelek jin û zarok jî di nav wan de hene.
Wê rêxistinê amaje kir ku 99% ji van girtiyan li rex rêjîmê li Sûriyê ne.
Her weha Toreyê got ku ev bûyerên ku rêjîm dike, bê belgenameya girtinê dibin, û ew girtin di riya şikandina deriyan û girtina ser malan dibin, an jî li ser rêbendên ewlekariyê.
Toreyê tekez kir ku hêzên rêjîmê, bi mebest, vî şêweyê girtinê bikar tînin, da berpirsiyariya xwe ya der barê wî kesê girtî û êşkencedana wî di girtîgehan de nehêle.
Jêder: Hevbendî