Wezîrê Karûbarê derve yê Almanî, Hayko Mas, doh , bîranîna salvegera êrîşên rijêma Esed ya bi çekên Kîmawî dijî bajarê Xanşêxûn di 4 nîsana 1917an de, û Dûma di 7 nîsana 1918an de, lidar xist.
Û wezîrê derve didaxwiyaniya xwe de got : “ Di vê heftiyê de , bîranîna êrîşên kirêt bi çekên kîmawî dijî herdû bajarên Xanşêxûn û Dûma yên Sûrî derbas dibe, ya ku tevlî lîsteyeke dirêj a êrîşên tekezkirî bi van çekên qedexe li ser asta navdewletî li Sûriyê dibe”.
Û wezîr got ku rijêma Esed gelek caran tewankariyên cengê tevlî bikaranîna çekên kîmawî dijî sivîlan pêk anîna, û derdeseriyên mezin ji xelkê re peyda kirine, û hişt ku rewşa mirovî ya tracîdî dijwartir bibe”.
Û wezîrê Almanî tekezî li ser giringiya dadgehkirina berpirsyarên êrîşên bi çekên kîmawî kir, li ser êrîşên wan ên kirine, û eşkerekirina tevaya cebilxaneya çekên kîmawî ya li rex rijîmê û ruxandina wan çekan di bin çavdêriyek navdewletî de.
Û Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan, roja pêncşembê, raporek taybet bi bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê derxistibû, têde 221 êrîşên bi çekên kîmawî li Sûriyê belge kiribûn, û bal kişand ku ew êrîş bûn sedema kuştina nekêmtir ji 1461 kesî, jin û zarok di nav wan de hebûn.
Û Toreyê di rapora xwe de amaje bi berpirsyariya rijêmê di ber pêkanîna 216 êrîşên bi çekên kîmawî ji heyva kanûna duwem ji sala 2012 de, û bal kişand ser berdewamiya rijêmê û hevalbendên wê di pêkanîna tewankariyên cengê de dijî sivîlan, di riya belgekirina kuştin û girtina neyasayî û êşkencekirina hovane ya bisedên kesan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişûtimanî