Wezîrê derve yê Almaniya Firank Ştayinmayir tekez kir ku kesekî ji Hikumeta Almaniya tawanên Esed jibîr nekirine, û got ku “destwerdana me ya leşkerî li wir (li dijî rêxistina DAÎŞê ye) û wê çi pêwendî û hevkarî digel hêzên Esed nebin “.
Di çavpêketinekê de digel Rojnameya Bîlid ya Almanî ku pêr hat belavkirin têde Ştayinmayir amaje kir ku Esed ji bona tiştekî bitenê şer dike ewjî ji bona serkeftina xwe.
Wezîrê bergiriya Almaniya Yinis Filosdorf roja sêşemê û di kongereke rojnamevanî li navenda rojnamegeriya federal, bal kişand ku Welatê wî di heftiya bê de û piştî pesendkirina Parlementoya federal li ser şandina du firokên agahîxwaz ji terzê “torndo” û firokeke din ji yên pêdana sûtemeniyê û firqateyekê û nêzî 1200 serbazan bişîne binkeya Encerlîkê di çarçovê şerê li dijî DAÎŞê.
Filosdorf amaje da ku pêwîstiya vê gavê bi pesindkirina Parlemantoya Almaniya heye, û diyar kir ku firokên almanî êrîşên leşkerî li dijî armancên li ser zemînê nakin, bitenê wê mûşekên esman-esman li wan siwar bikin.
Jêder:Hevbendî+Wekalat