Wezîrê Libnanî yê karûbarê derbider û penaberan Muîn Elmerî, tekez kir ko Rûsya çi garantiyên pêdivî bo vegera penaberên Sûrî bo welatê xwe pêşkêş nekirine, û destnîşan kir ko vê hişt plana Rûsî û cîbicîkirina wê têk biçe.
Wezîrê Libnanî di daxuyaniyên ragehandinê de got ku plana Rûsî têk çû, û bal kişand ser ko tu karînên cîbicîkirina wê li ser xakê tune ne.
Malpera Dily Star gotina wezîr ya duhî înê veguhest ku gotibû: ‘’ Rûsya karîna wê nîn e ko plana xwe cîbicî bike, ji ber wê tu garantî ji bo vegera penaberan pêşkêş nekirine û nake ‘’, bêtir got ko ‘’ plana Rûsî têk çûye lê Rûsya bi fermî ranegehandiye.‘’
Heman wezîrî berê gotibû ko tawankariyên cengê derheqê penaberên ko vegeriyane Sûriyê çêbûne, û ji acansa asoşêtid press re got: ‘’ hêzên Esed 20 penaberên Sûrî ji heyva bûrî de gava ko vegeriyane kuştine, û tekez kir ko 20 kuştin çêbûne û sê kes wî bi xwe rewşa wan belgeh kiriye, û bi mirovên wan re peyivîne. ‘’
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê hişyarî da ko nabe penaber bên Sûriyê berî veguhastina siyasî misoger bibe , gerek zemîneke aram û bêlayen ji wan re amade bibe, li gora biryara navdewletî 2254, û bal kişand ser ko rêjîma Esed awayê xwe yê tawankarî naguhere.
Her weha rêkxistinên mafnasiyê yên xwecihî û yên navdewletî tirsa xwe bo vegera penaberan diyar kirin, eger vegerin malên xwe yên li herêmên di bin kontrola rêjîmê de.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî