Hin xwepêşanderan li “Londonê” paytexta Birîtanya, daxwaz ji desthilatdariya welatê xwe kir, ku destêwerdanê bike, ji bo rawestandina armanckirina nexweşxane û pizîşkan û kesên bi hewara nexweşan ve diçin li Sûriyê, her weha daxwaza pêkanîna fişarê li ser rêjîma Esed kirin, da ku wî neçar bikin ji bo rêzgirtinê li parêzbendiya tîmên pizîjkî wek nirxekî exlaqî bike.
Di xwepêşandana duh de hejmarek ji pizîjkên Birîtanî û Sûrî beşdar bûn, ji bo fişarê li berpirsyarên Birîtanî bikin, da ku ew êrîşên li ser avahiyên pizîjkî yên meydanî û nexweşxaneyan bên rawestandin, bi taybetî piştî hejmara kuştiyan ji kadirên pizîjkî û nexweşan li Sûriyê ji destpêka vê salê de zêde bûye.
Û tê zanîn ku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tawanên rêjîma Esed û Rûsiya yên armanckirina nexweşxane û kadirên pizîşkî û navendên berevaniya sivîl şermezar kirin, û ew wek tawanên cengê binav kirin, û got ku ji Encûmena Ewlekariyê û civaka Navdewletî tê xwestin , ku wan tawanan rawestînin.
Jêder:Hevbendî +Semarat