Duh duşembê Yekîtiya Ewropî biryareke nû ya sizayan dijî 16 berpirsiyarên leşkerî yên rêjîma Esed derxist, ew leşkerên guman li ser wan hene ku destê wan di êrîşa kîmawî de ya li ser Xan Şêxûn li gundewarê Idlib heye, ku bi sedema wê êrîşê bi dehên sivîlan jiyana xwe jidest dan.
Biryara Yekîtiya Ewropî diyar kir ko ev kesên hatine sizakirin, beşdarî di pêşxistin û bikaranîna çekên kîmawî de li dijî sivîlên Sûriyê kirine.
Encûmena desthilatên Yekîtiyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ko ew bi vê lîsteya nû re ne, û hejmara navên ko di lîsteya sizayên Yekîtiya Ewropî de 255 kes in, û sizayên niha gihane 67 fabrîkayên têkiliya wan bi Beşar Elesed ve heye.
Wezîrê derve yê Birîtanî Borîs Conson duşembê li Birokselê got ku lîsteya nû tekez dike ku “Birîtanya û hevalên me yên Ewropa sûr in ji bo li dijî van berpirsiyarên di ber êrîşên kîmawî yên hêzên Esed li Sûriyê de tev bigerin.”
Wezareta derve ya Emerîkî xweşhaliya xwe bi biryarê da û got ku Amerîka di mehên dawî de siza li ser takekes û rêkxistinên bi cebilxaneye kîmyawî ya rêjîmê ve têkildar in danîne.
Pisporên rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî di raporteke xwe ya di di 30 cehzerana borî de, tekez kirin ko rêjîmê gaza Sarîn li bajarê Xan Şêxûn di roja 4 nîsana borî de li Sûriyê bikar aniye, û dora 100 kesan ku zarok û jin jî di nav wan de hene hatine kuştin.
Sizayên li ser rêjîmê hatine danîn bi qedexekirina derxistina betrolê û danîna qedexeyê li ser hin berhênanan, û bilokkirina pereyên banka navendî ya Sûrî li Yekîtiya Ewropî, û bendin li ser derêxistina alav û tiknolociyayê, û siza ji 29 meha gulana borî û heta 1 cehzerana 2018ê hatin demdirêjkirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans