Emîndarê giştî yê Yekîtiya Zanayên Mislimanan Elî Qeredeaxî kuştarên rêjîma Esed ya faşist li dijî gelê Sûriyê û li dijî şoreşger û berxwedana zêdetir ji çar salan ve şermezar kirin, nemaze kuştarên van rojan yên ku wijdanê mirovahiyê lerizand û bi taybetî kuştara bajarê “Dûma” li Xûta Şamê û kuştarên li Idlib û Der’a û Zebedanê.
Qeredaxî daxwaz ji tevaya gel û hikûmet û rêxistinên navdewletî kir ku bi bahozeke hawarçûnê ji bo gelê Sûriyê rabin ji bo dabînkirina pêdawîstiyên wî yên rojane di vê meynet û derdeseriyê de, herwha bahozeke xembariyê li ser vê rewşa xemgîn ya Cîhan têde, ku nikare alîgiriya miletekî bike tûşî dijwartirîn şêweyên qirkirin û koçberiya neçarî dibe.
Herwiha Qeredaxî daxwaz ji sercem tabûr û hêzên tekoşîn û berxwedanê yên di Sûriya de kir bo yekxistina rêzên xwe li dijî rêjîma Esed ya faşist, herwiha daxwaz ji wan kir ku xwe dûr bikin ji fitine û pilanên tên çandin ji bal dijminên Sûriyê û dijiminên gel û dijminên azadî û rizgariyê.
Ji aliyê xwe ve Serokê Yekîtiyê Şêx Yosif Elqeredawî got: Em dengê Cîhanê nabihîzin li ser kuştarên Bişar ku rojane bi sedên kesan şehîd dibin li pêş çav û guhên Cîhanê, Bajarê Dûma tê serjêkirin û di Xwînê de maye, wê kengî wijdana Erebî hişyar bibe? û kengî wijdana mislimanan wê ji xewê rabe? Kengî wê wijdana Cîhanê hişyar bibe?
Têzanîn ku Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca ku duhî di kongirekî rojnamevanî de daxwaz ji heryek ji yekîtiya Mislimanên Cîhanê û komkara Erebî û ji Civaka Navdewletî kiribû ku bi berpirsyaretiyên xwe rabin li hember gelê Sûriyê, yê ku ji pênc salan ve tê kuştin û serjêkirin di bin siya bêdengiyeke navdewletî de, ku gihiştiye radeya razîbûnê û alîkariya vê rewşê, rêjîma Esed ji 53 heyvan ve sûdê ji vê bêdengiyê wek destûrekê bo encamdana komelkujiyan werdigire.
Herwiha Xoca daxwaz ji dewletên dost kiribû bo pêşkêşkirina encamderên kuştarên Dûma û Xûta û Idlib û Zebedanê û çemê Berde û Der’a û yên sercem navçeyên welat bo dadgeha tawanên navdewletî.
Jêder:Hevbendî+ malpera Yekîtî