Piştî rawestandina şerê çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê li dijî rêxistina DAÎŞê li bakur û rojhilatî Sûriyê, jimara kuştî û birîndaran aşkerekirin ku 11 hezar xort û keçan jiyana xwe ji dest dan û 22 hezar jî birîndar bûne.
Çalakvan Ferhan Mihemed ji me re ragihand ku hejmara kuştî û brîndaran ji wiha bêhtire û PYDê rastiyê nabêje û tekezkir ku zêdetirî 500 girtî ji Kobanê li cem DAIŞê bûn, û ta niha PYD çarenivîsa wan diyar nekiriye.
Mihemed balkişand ku PYDê ev hijmara mezin ji kuştî û brînndaran ji bo berjewendiyên xwe kir qurbanî ” û tevî ev qurbaniyên mezin PYDê nikarîbû ti serkeftineke siyasî bi dest bixe, û bû sedema koçberiya zêdetirî meliyonek Kurd li herêmên Kurdî li Sûriyê”.
Mihemed da zanîn ku herêmên Kurdî hatin valakirin ji xelkê wê û zêdetirî nîvê bajaran hatin rûxandin ji encamê siyasetên PYDê.
Ji aliyê xwe ve ,çalakvan Azad Derwîş, ji xelkên Kobanê ye, ji malpra me re ragihand ku PYDê li ser her xortekî ku jiyana xwe daye , 20 hezar dolar ji Emerîka distîne û tenê 200 dolarî dide malbata wî.
Derwîş tekez kir ku PYDê jiyana siyasî li herêmên Kurdî tune kir û biryara şer û aştiyê bi dest xwe xistiye û gelê Kurd perîşan kir û deverên Kurdî hemû xistin cihên şer bi hemû aliyan re.
Di dawiya gotina xwe de Derwîş got ku pêşeroja xelkê kurd ne diyar e û kes nizane dê rewş çawa be.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî