Hejmara xelkên ku bi zorê ji malên xwe hatine derxistin gihişte 120 hezar kes di du mehan de, û hin çalakvanan bal kişandin ser êş û azarên wan yên berdewam piştî gihiştina navendên vehewandinê û kampên herdu parêzgehên Heleb û Idlibê, ji ber kêmbûna alîkariyên ku ji wan re têne pêşkêşkirin.
Heriwha rêxistinên hawarçûnê pêşbîniya gihiştina koçberên zêdetir ji gundewarê Humsê yê Bakur kirin, di dema çend rojên bê de, hevdem ligel prosêsên koçberkirinên nû yên ku rejîma Esed û hevalbendên wê pêk tînin.
Prosêsên koçkirina bi zorê piştî operasyonên leşkerî yên rejîma Esed bi piştevaniya firokeyên Rûsî û milîsên Îranî li ser hin deveran li Şam û gundewarê wê û gundewarê Hums û Hemayê rûdane,ku rejîma Esed hemû cureyên çekan bikar anîn, da xelkê neçar bike dev ji malên xwe berdin, û di nava wan de çekên kîmawî û yên madeyên şewatker “Napalim”.
“Hevrêzkarên bersivdanê yên bakurê Sûriyê” Doh roja Pêncşemê yekem roja Remezanê di daxuyaniyekê de gotin “Hejmara koçberên deverên Şam û gundewarê wê û Gundewarê Bakur yê Humsê, gihiîtiye 118. 292 kes ji 4ê Adara derbasbûyî ve û heta naverasta meha Gulana niha”.
Hevrêzkarên bersivdanê dane xuyakirin ku 83.214 koçber ji deverên Şam û gundewarê wê gihiştine piştî prosêsên koçkirina bi zorê ya ku li taxên Şamê û Xûta Rojhilat û Qelemona Rojhilat pêk hatin, herwiha hejmara koçberên ku ji gundewarê Humsê yê bakur hatine gihişte 35.078 kesan , û dane zanîn ku hêj prosêsa koçkirina bi zorê berdewam e.
Hevbendiya Niştîmaniya Hêzaên Şoreş û Dijberiya Sûriyê da zanîn ku tişta ku rejîma Esed û Rûsiya û Îran pêk tînin di riya koçkirina bi zorê, tawanên şer in û proses û çareseriya siyasî li Sûriyê têk dide. Herwiha Hevbendiyê tekez kir ku tişta rejîma Esed dike tawaneke şer e û divê yasaya navdewletî vê rejîmê siza bike, û ev yek bi xwe tinekirina prosêsa siyasî ye û guhertina wê bi çareseriya leşkerî ye.
Jêder: Ragehandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê