Tora Sûrî ya Mafên Mirovan duhî yekşemê di raporteke xwe de eşkere kir ku 15 kes ji ber îşkenceyê li Sûriyê di heyva mijdara sala 2018 de hatine kuştin, û bal kişand ku 14 kes ji wan di nav de jinek bi destê hêzên rejîma Esed hatine kuştin.
Di raportê de hat diyarkirin ku bilindtirîn hejmara qurbaniyên bi îşkenceyê li herdu parêzgehên Şam û gundewarê wê hatiye tomarkirin, bi kuştina 3 kesan li her parêzgehekê, hevdem ku hejmara din ya qurbaniyan bi vî awayî li ser parêzgehan hatiye belavkirin: 2 li her yek ji Der’a û Hums û Hemayê, û şehîdek li her ji Idlib û Laziqiyê û Dêrazorê.
Raportê behsa nimûneyên sereke yên bûyerên kuştina xwendekarên zanîngehê di bin îşkenceyê de di navendên binçavkirina rejîmê de kiriye, ji wan: Bedir Dawid, Abdulrehman Ali Bekûr, Hesen Ibrahîm El-Hac û endazyara komputerê Leyla Şoykanî.
Torê di rapora xwe de da xuyakirin, ku kuştina di bin îşkenceyê de heta li ser werzişvanan hatiye pêkanîn, amaje bi kuştina yarîzanê berê yê yaneya Elwesbê ya fotbolê, Hussam Turkmen kiriye, û tekez kiriye ku mirina wî ji ber ku îşkence bûye di navendên binçavkirinê de yên hêzên rejîmê.
Tê zanîn ku tora navhatî di raporteke xwe de kuştina 964 kesan ji ber îşkencê li Sûriyê her ji destpêka îsal ve li 2018 qeyd kiriye, û piştrast kiriye ku 939 kes ji ber îşkencê di navendên binçavkirina hêzên ewlekariyê de bi destê hêzên rejîmê hatine kuştin.
Û Tora navhatî di rasparteyên xwe de banga kar da Konseya Ewlekariyê û Netewên Yekbûyî ji bo rizgarkirina girtiyên mayî di girtîgehên rejîmê de, û daxwaza sepandina fişaran li ser rejîmê kiriye, ji bo cîbicîkirina biryarên Konseya Ewlekarîyê hejmar 2042 / 2139/2254.
Herwisa Komîsyona Lêpirsîna navnetewî ya serbixwe berî niha, daxwaz ji rejîma Esed kiribû ku bi fermî şiroveyan li ser sedemên mirina bi hezaran girtiyên di girtîgehên xwe de pêşkêş bike, û cihê kelexên wan eşkere bike, û lêpirsîneke lezgîn li ser hemû tawankariyan pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê