Tora Sûrî ya mafên mirov duhî roja sêşemê raportek belav kir û têde kuştina nêzîkî 232 kesan bi eşkencê li sala 2017 ‘an li Sûriyê piştrast kiriye, ku 211 ji wan li ser destê rijêma Esed hatine kuştin, û zarokek û du jin di nav wan de hebûn.
Raportê gotiye ku 7 kes bi eşkencê li ser destê hêzên çekdar hatine kuştin, û 5 kesên din li ser destê milîsên PYD’ê, û 4 sivîl li ser destê hin aliyên din hatine kuştin, û 4 kes li ser destê desteya Tehrîr Elşam û yek li ser destê rêxistina DAIŞ’ê, hatine kuştin.
Û derbarê qurbaniyên bi eşkencê yên sala borî, li rêza pêşiyê, parêzgeha Şamê û gundewarê wê hatiye bi 46 kuştiyan, û paş re Der’a bi 42 kesan , û Heleb bi 32an, û Idlib bi 29an, û Himus bi 25an, û Dêrazorê bi 20an, û Hema bi 15an, û Lazqiyê bi 9 kesan, û Reqê bi 6an, û heryek ji Hesekê û Siwêda bi 2 kesan û Qonêtira bi yekî hatiye.
Raoprtê diyar kiriye ku diyartirîn doxên mirinê yên bi eşkencê li sala 2017’an hatibû encamdan di derheqa “8 xwendevanên zanîngehê, du endeziyar, du mamoste û mediyakarek û nojdarek û peristyarekî, û du pizîşkên beyterî, û karmendekî heyva sor, du werzeşvan, du xwendevan û 3 kalmêr û 4 kesukar, du zarok û du jinan de”.
Û ligor heman raportê ku 15 doxên mirinê yên bi eşkencê li hindur girtîgehên hêzên Esed hatibûn pêkanîn, û parêzgeha Himusê bi 5 kesan di rêza pêşiyê de hatiye û hejmara qurbaniyên girtîgehan li ser parêzgehên din bi vî awayî hatiye: 4 li Der’a û 3 li Idlibê û li Dêrezorê yek û 2 li Hemayê.
Raportê bal kişandiye ku di nav qurbaniyên bi eşkencê de li heyva çileyê pêşî de du pizîşkên beyterê hebûn, û raportê rijêma Esed berpirsyar dît bi rêjeya 90% ji doxên kuştina bi eşkencê yên di girtîgehan de.
Raportê daxwaz ji Rûsiya wek aliyekî gerantor kiriye ku bi rêkeftinên emzekirî pabend be, û fişarên rastyeqên bide ser hevalbendên xwe rijêma Sûrî û Îranê, ji bo rawestandina sercem şêweyên bombebarankirin û eşkenca heta bi mirinê di hindurê girtîgehan de, û herwiha dest bi serbestberdana girtiyan bike.
Hêjayî gotinê ye kuTora Sûrî ya mafên mirov pêr raportek bi kuştina 10203 kesî li sala 2017’an belav kiribû, û bal kişandibû ku di nav wan de 2298 zarok û 1536 jin hebûn, ku bi piranî bi bombebarankirina taxên nişteciyan ji aliyê hêzên Esed hatibûn kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî