Girûpeka mafnas û taybetmend bi şopandina rewşa penaberên Filistînî li Sûriyê, kuştina 2589 penaberî ji adara 2011an ve ragihand. Îro girûpa “kar ji bona Filistîniyên Sûriyê” daxuyeniyek belav kir û got: hejmara penaberên Filistînî yên jiyana xwe ji dest dane her ji destpêka Şoreşê û heta 26 heyva befranbara niha gihiştiye 2089 penaberî. û heman girûpî da xuyakirin, ku di nav wan qurbaniyan de (157) jin hene, û (280) di bin eşkencê de mirin, û (268) bi segmaniyê hatine kuştin, û (84) bi sêdarkirina meydanî hatine kuştin, (984) penaber bi gulebaranê hatine kuştin. û da zanîn ku (80) hezar penaberên Filistînî ji Sûriya reviyane bo dewletên cîran ji wan (14348) penaber reviyane Urdinê û (42000) bo Libnanê. û amaje kir, ku nekêmtir ji (27933) penaberên Filistînî yên li Sûriyê di maweyê van çar salan de gihiştine Ewropa. Hêjayî gotinê ye ku nêzîkî nîv milyon penaberên Filistînî li Sûriyê akincî ne, nemaze di xêvetgeha Yermûk de ya li başûrê Şamê.
Jêder: Hevbendî+ Wekalat